Jînenîgarî

Margaret George Şelo di 21ê kanûna paşîn a 1942an de li gundê Dûrî yê ser bi devera Berwarî Bala ya qezaya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê ji dê û bavêkî mesîhî ji dayik bûye. Malbata wan di sala 1930î de ji Rûsyayê hatine Kurdistanê û li gundê Dûrî yê ser sînorê di navbera Tirkiye û Îraqê de niştecî bûne. Dûre Georgeyê bavê wê malê vediguhêze bo nahiya Zûmar û ji wir jî diçe Kanî Masî. Margaret diçe ber xwendinê, xwedî malbat bûye û bi Mûsa Xûmo re zewicî bû, piştî demekê ji hev cuda bûn.  

Margaret George Şelo, bi Şoreşa Fransî û (Jean d'Arc)a jina şoreşger a fransî, ku roleke sereke hebû di têkbirina hêzên Brîtanya li Fransayê de, matmayî dimîne, ew bandor wisa lê dike bibe jineke yaẍî û li dijî zordariyên rejîma Beis çek hilgire û peywendî bi Hêzên Pêşmerge Şoreşa Eylûlê bike.

Xebatname

Di nîveka Sala 1961 de gava serok Mistefa Barzanî bi hêzekê digihîje gundê Dûrî, George Şeloyê bavê Margaret pêşwaziyeke germ lê dike û piştgiriya xwe ji bo şoreşê diyar dike û mala xwe jî wek cihê niştecîbûna demkî ya serok Mistefa Barzanî û hevalên wî bi kar dianî. Bavê Margaret (George) ku berê fermandeyê polîsên Kanî Masî bû, piştî hatina Mela Mistefa Barzanî bo gundê wan, George ligel polîsên Kanî Masî bi çekên xwe ve peywendî bi Şoreşa Eylûlê bi rêberiya Mistefa Barzanî ve kiribû.  

Margaret di Sala 1961 de peywendî bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiribû, di Sala 1963 de peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiribû û bûbû yekemîn jina Pêşmerge. Rejîma wê demê ya Îraqê ji bo girtina Margaret û George Şeloyê bavê wê xelat terxan kiribû.

Di Sala 1963 de Artêşa Iraqê êrîş kir ser gundê Reis Ein, ji aliyê hêzeke Pêşmerge ve bersiva wan hat dayîn û heta êvarê şerekî giran kirin, di wê demê de Margaret bi hêzekê ve diçe hawara wê hêza Pêşmerge û karîn bersiva hêza dijmin bidin û ziyaneke mezin bigihînin wan. Margaret wek Pêşmerge û bijîşk jî roleke xwe di nava Hêzên Pêşmerge de dît, ji ber ku berî peywendî bi Hêzên Pêşmerge bike, karmenda nexweşxaneyê bû.

Dana Adams Schmidt di pirtûka xwe ya "Geştek bo mêrên azad" de li ser zarê Esed Xoşewî çîroka Margaret George ji bo me vegotibû ku li navçeya Akrê fermandariya yekeyeke biçûk dikir û di rojnameyên Ewropayê de bi "Jean d'Arca Şoreşa Kurd" navê wê dihat.

Piştî ku ji bo cara duyem firokeyên Artêşa Iraqê êrîş kirin ser gundê Dûrî, vê carê xelkê gund cihê xwe bicî hiştin û aware bûn û malbata George ber bi çiyayên Barzan ve çûn û ji aliyê Şêx Ehmed Barzanî ve pêşwazî li wan hat kirin. Dûre bi biryara serok Mistefa Barzanî mala wan hat veguhastin bo Raniye. Herwiha Margaret yek ji beşdarên civîna fireh a Sala 1963 ya Partiyê li Koyê bû.

Piştî 8 salan xebat di pênav serxwebûna Kurdistanê de, di şeva 26ê kanûna pêşîn a 1969an de di roja duyem a Krîsmesê de li gundê Qelaqumrî yê ser bi navçeya Berwarî Bala, di kemînekê de ji aliyê kirêgirtiyan ve êrîş hat ser wê û birîndar bû, her çend hat gihandin nexweşxaneyê, lê ji ber giraniya birîna xwe canê xwe ji dest da û navê wê çû nava karwanê Şehîdên Kurdistanê.

Çavkanî:
  • Dawûd Murad Xetarî, Pêşmergeya Şehîd Margaret George û rola wê di Şoreşa Eylûla Kurdistanî de, Çapxaneya Cengel, Tehran.
  • Dana Adams Schmidt, Geştek bo mêrên azad li Kurdistanê.
  • Hevpeyvîn ligel Roj George Şelo xwişka Margaret, 27ê çiriya pêşîn a 2025an li bajarê Dihokê.
  • Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.