Jîyanname

Mames Reşîd Heso, sala 1929 li gundê Binê Bîya li nahyeya Şêrwan Mezin qezaya Mêrgesor parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Sala 1945 piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan awareyê Rojhilatê Kurdistanê bûye, derçûyê peymangeha çandinîyê bûye li Yekîtîya Sovyetê, sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye.

Xebatname

Sala 1943 peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzanê kirîye, li çîyayê Bradost li sengerê bergirîkirinê dibe dijî Artêşa Iraqê, di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan rûyê xwe kiriye Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di Hêzên Barzanî yên ser bi artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Mehabadê bûye Pêşmerge, di şerên bereyê Neqede û Şino yên Komara Dêmokrata Kurdistanê de beşdarî kirîye, di şerê Qelatan de birîndar bûye. 

Piştî nesko ya Komara Dêmokrata Kurdistanê, ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya Xwakurk û deşta Bazargirê ve bi xaka Bakurê Kurdistanê li gundê Xwakurkê ve bo gundê Ergoş û devera Herkîyên Binecî vegerîyaye.

Piştî vegerîyana wan, jenerêl Mistefa Barzanî di 15ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtîya Sovyetê, li wir tevahîya hevalên wî biryara berdewamîdan û çûna ber bi Yekîtîya Sovyetê didin.

Di 22ê gulana 1947an de yawerîya jenerêl Mistefa Barzanî kirîye ber bi Yekîtîya Sovyetê û di şerê Gelîyê Kotol (Qetur) û şerê Pira Makoyê de beşdarî kirîye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtîya Sovyetê de, ber bi Sovyetê ve derbaz bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtîya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji alîyê komek serbazan ve pasewanîya wan dihat kirin û ji alîyê xwarin û cilûberg û hatûçûyê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer ên Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23yê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo maweya çar saetan ji alîyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewarîya wan hebû, dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê ve bê veguhastin bo komelgeha Çirçûkê li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin. 

Adara 1949an ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên herewezî yên Yekîtîya Sovyetê de hatine dabeşkirin û li kîlgeha kolxozan (ew zevîyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin. 

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji alîyê jenerêl Barzanî ve bo Stalîn, dawîyê nameyek digihe destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeserîyên hevalên xwe dike û ew jî destbecê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li ser barûdoxê hevalên Barzanî û dawîyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrîvîskî kom bikin, lewma Mames Reşîd Heso di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.

Sala 1958an Komara Iraqê bi serokatîya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Mames Reşîd Heso di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Grozya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Iraqê vegerîyaye Kurdistanê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Iraqê û vegerîyana jenerêl Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an de û li gorî herdu madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar kirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên xwe ber lêborîna giştî ketine.

Sala 1961an peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê kirîye û bûye Pêşmerge û beşdarî şerên wê kirîye û sala 1963an di şerê Serê Akrê de birîndar bûye, sala 1979an peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Gulanê kirîye û bûye Pêşmerge.

Serçave:

1- Hamid Geherî, Mîdalya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).

2- Hemîd Gerdî, Puxteya dîroknameyê, çapa yekem, (Hewlêr- Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2004z).

3- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyarîyên sîyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhilat- 2013z).

4- Umer Farûqî, Serdar Dana Jîyan û Têkoşînên Rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2002z).

5- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931- 1991, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî- 2001z).

6- Ebdulla Xefûr, Ferhengê Cografyayê ya Hewlêrê, (Hewlêr- Belavkirawên Akademîya Kurdî- Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).

7- Karwan Mihemed Mecîd, Barzanîyên ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî- Çapxaneya Peywend- 2011z).

8- Di bîranîna fermandeyê şehîd Heso Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî çûna Barzanîyan bo Yekîtîya Sovyetê, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Rewşenbîrî- 1997z).

9- Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an li Iraqê, (Bexda- Dar El-Reşîd lîn-Neşr- 1979m).

10- Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarîxwazî ya Kurd 1931- 1958, (Dihok- Çapxaneya Xebat- 1998z). 

11- Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî ve heta lîwarên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam- Yûbîlî Zêrîn ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê- 1996z).

12- Arşîva Desteya Ensîklopîdîya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.