Heme-Xan Emîn Heme-Kerîm, sala 1957an li gundê Dergaşêxanê yê ser bi nahyeya Biyareyê ya devera Hewramanê ji dayik bûye, gundî bûye û mijûlî karê cotyarî û baxdarî bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, piştî neskoya Şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye û li komelgeha Baram Awa niştecî bûye. Xêzandar bûye û navê hevjîna wî Şukriye bûye û xwediyê kurekî bûye bi navê Hêmin.
Sala 1978an bûye Pêşmerge li Hêzên Hewramanê yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Ku di wê demê de Nadir Hewramî Fermandeyê hêzê bûye û baregehên wan li Bêrewas û Keymneyê ya di navbera sînorê welatê Îraq û Îranê de bûye, beşdarî di çendîn şeran de kiriye, di nav wan de şerê Kanî Sêf û şerê Çiyayê Şeram û şerê Ehmedawa û destana Xwakurkê, sala 1988an di destana Xwakurkê de Şehîd bûye. Hevsengerên wî termê wî vediguhêzin axa Îranê û li Derbendê Dizlî spartine axê. Bavê wî sala 1963an Şehîd bûye û herwiha birayekî wî yê din bi navê Mîrza Emîn di sala 1988an de di kîmyabarana bajarê Helebceyê de Şehîd bûye.
Çavkanî:- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





