Piştî derbasbûna Barzanî ji Badînan bo Soran, Hecî Resûl yek ji wan Pêşmergeyan bû ku di 11ê Tîrmeha Sala 1962an de êrîşî keleha Rayat kirin û hemû leşker û çekdarên di nava kelehê de dîl girtin, paşê beşdarî şerên Binî Herîr, Pira Binkêlan û Kosbî Sebî li ser rêya Hamîlton bû, heta Sala 1975 li Ofîsa Siyasî li gundê Nawperdan wekî parêzvan ma.
Di Sala 1975an de, piştî karesata Şoreşa Eylûlê çû gundê Kosertan û li wir ma, di Sala 1977an de ji aliyê hikûmeta Îraqê ve bi malbata xwe re bo komelgeha Bestora li bajarê Hewlêrê hat koçberkirin.
Di Sala 1979an de kurê wî Îbrahîm Hecî li Çiyayê Kirtalan li gundê Kosertanê yê ser bi nahiyeya Çoman şehîd bû, piştî şehîdbûna kurê xwe, ew û sê kurên xwe yên din û xizmên xwe çûn Rojhilatê Kurdistanê, di 12ê Nîsana 1979an de, karî bi rêya Şînê û Qasmerşê bigihêje Rojhilatê Kurdistanê û careke din bi serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê re têkilî danî, û bi kur û xizmên xwe re tevlî refên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê bû, û bi rêya tîmên gerok beşdarî Şoreşa Gulanê li navçeya Balekayetî bû.
Di Sala 1991an de vegeriya Başûrê Kurdistanê û beşdarî raperîna gelê Kurdistanê li navçeya Xoşnawetî bû, û têkoşîna xwe di refên Pêşmergeyên Kurdistanê de heta temenê 85 saliyê berdewam kir, di Sala 1992an de vegeriya gundê Kosertan li qezaya Çoman û li gundê navborî jiya heta ku koça dawî kir.
Bi rêzgirtin li xizmetên wî yên mezin, di 16ê Tebaxa 1996an de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve di dema pîrozbahiya Yubîla Zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, nîşana Barzanî jê re hat dayîn.
Di 12ê Tîrmeha 2002an de koça dawî kir.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


