Jînenîgarî

Hacî Heyder Silêman, sala 1922an li gundê Ergoş ser bi nahiyeya Şêrwan Mezin li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevjînî bi Temerya re pêk aniye, her du zimanên Kurdî û Rûsî zanibûye, di 1ê Tebaxa 1983an de li bajarokê Herîrê koça dawî kiriye û li wir hatiye veşartin.

Xebatname

Sala 1943an peywendî bi rêzên Şoreşa duyem a Barzan kiriye, di 10ê Mijdara 1943an de beşdarî girtina bingeha polîsên Meznê bûye û birîndar bûye, di 19ê Tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha ûrfî ya serbazî dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêz û neveguhêz de hatiye girtin.

Di 11ê Çiriya Pêşîn a 1945an de û piştî nesko ya Şoreşa duyem a Barzan, ligel Mistefa Barzanî û hevalên xwe derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin. Piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê Adara 1946an de di çarçoveya hêza Barzan de berevanî li Komarê kiriye.

Piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegera Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê, beşdarî şerên bereya Seqizê li Rojhilatê Kurdistanê bûye, herwiha ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê Nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û Deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistana Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegera wan, Jênêral Mistefa Barzanî di 6ê Gulanê 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê Gulana 1947an de hevaltiya Jênêral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westiyayîtiyeke zêde, di 18ê Hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê Hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê Kanûna Pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên wan, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê Tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

 Di Adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi firokeyê hatine veguhastin bo girava Mûnyak li navenda Gola Orallê, piştî hewlekeke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê Jênêral Mistefa Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrivîskî kom bikin, lewma navbirî di Çiriya Mijdara 1951an de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.

Piştî Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera Jênêral Mistefa Barzanî di 25ê Sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarkirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên wî ketine ber lêborîna giştî.

Sala 1958an Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê Nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. Beşdarî Şoreşa Eylûlê kiriye, sala 1974an fermandeyê batalyonê bûye li hêza Îsa Siwar.

Serçave:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
  2. Hemîd Gerdî, Puxteya Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
  3. Heyder Farûq El-Samirraî, Ziya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhikme - 2016m).
  4. Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyari siyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
  5. Şewket Mela Îsmaîl Hesen, Rojane li mêjûya Şoreşa Eylûlê, çapa yekem, (Hewlêr - Nûsîngeha Tefsîr bo Belavkirin û Ragihandinê - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2007z).
  6. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa yekê, berga duyê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).
  7. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa yekê, berga sêyê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).
  8. Umer Farûqî, Serdarê Dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
  9. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê - 2001z).
  10. Elî Tahir Xorkî, Çavpêketineke ligel pêşmergeyê her du şoreşan (Ced'an Emer Hesen) û dîdareke, Kovara Dengê Pêşmerge, organa Mekteba Giştî ya Rewşenbîrî û Ragihandina Pêşmerge, hejmar 171, Pîrmam, Hezîrana 2012z.
  11. Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
  12. Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda - Darulreşîd lilneşr - 1979m).
  13. M. Ehmed Mihemed Çîço, Bo mêjûyê di bîranînên Mihemed Çîço Pêndroyî, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Şehab - 2010z).
  14. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd 1931-1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).