Jînenîgarî

Feyzî Wesman Hemîre, sala 1920 li gundê Pêndro, nahiyeya Şêrwanê Mezin, qezaya Mêrgesor, parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Sala 1999 li qezaya Pîrmamê koça dawî kiriye.

Xebatname

22ê gulana 1947an hevaltiya general Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê ve û di şerê gelê Kotol (Qutûr) û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û ماندووبوونeke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li çemê Arasê ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, derbasî Sovyetê bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo heyama çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û di warê xurek û kinc û hatûçûnê de wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam, Laçîn, Ayolax û Kelbecerê li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê hatine veguhastin û di dîroka 23yê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo heyama çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewar bûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî ji wan re hatine gotin.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê were veguhastin bo komelgeha Çirçûkê li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin. 

Adara 1949an ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin. 

Piştî hewlekê zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê general Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbe cê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrîvîskî kom bibin, lewma Feyzî Wesman di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.

Sala 1958an Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Feyzî Wesman di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.

Sala 1961an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û bûye Pêşmerge.

Çavkanî:

1- Hamîd Gewherî, Mîdalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).

2- Hemîd Gerdî, Puxteyê dîroknamê, çapa yekem, (Hewlêr- Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2004z).

3- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyari siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhilat- 2013z).

4- Omer Farûqî, Serdar Dana Jîndegî û Mubarizatê Merhûm Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2002z).

5- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931- 1991, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê- 2001z).

6- Ebdulla Xefûr, Ferhengê cografyayê Hewlêrê, (Hewlêr- Belavkirawên Akademiya Kurdî- Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).

7- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî- Çapxaneya Peywend- 2011z).

8- Di bîranîna fermandeyê şehîd Heso Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî da çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Rewşenbîriyê- 1997z).

9- Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Sewra 14 Temûz 1958 fî El-Îraq, (Bexda- Dar El-Reşîd lîl-Neşr- 1979m).

10- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweyê rizgarîxwazî Kurd 1931- 1958, (Duhok- Çapxaneya Xebat- 1998z). 

11- Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarekanê Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam- Yûbîlî zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê- 1996z).

12- Arşîvê desteya ensîklopîdyayê Partiya Dêmokrata Kurdistanê.