Ferzî Melko Ebdulla, naskirî bi Ferzî Melko Barzanî, sala 1915an li nahiya Barzan a qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Sala 1972an koça dawî kiriye û li Barzan a zêdê xwe hatiye veşartin.
XebatnameDi 22ê gulana 1947an de hevaltiya jeneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê ve û di şerê Geliyê Qotûr û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westandineke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li ser rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, derbasî Sovyetê bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçevan a Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam, Laçîn, Ayolax û Kelbecer ên Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23yê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo maweya çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewar bûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê bê veguhastin bo komelgeha Çirçûk li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbêjî biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrîvîskî bên komkirin, lewma Ferzî Melko Ebdulla di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.
Sala 1958an Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Ferzî Melko Ebdulla di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1967an peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê kiriye û bûye Pêşmerge.
Çavkanî:1- Hamid Gewherî, Mîdalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).
2- Hemîd Gerdî, Puxteya Mêjûnameyê, çapa yekem, (Hewlêr- Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2004z).
3- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyari siyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhilat- 2013z).
4- Omer Farûqî, Serdar Dana Jîndarî û Têkoşînên Merhûm Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2002z).
5- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931- 1991ê de, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê- 2001z).
6- Ebdulla Xefûr, Ferhenga Cografiyaya Hewlêrê, (Hewlêr- Belavokên Akademiya Kurdî- Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
7- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî- Çapxaneya Peywend- 2011z).
8- Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Rewşenbîriyê- 1997z).
9- Lîs Ebdulmuhsin Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda- Dar El-Reşîd bo Weşanê- 1979m).
10- Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarixwazî ya Kurd 1931- 1958, (Duhok- Çapxaneya Xebat- 1998z).
11- Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam- Yûbîlê Zêrîn ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê- 1996z).
12- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





