Ehmed Mihemed Ebûbekir, nasraw bi (Feqê Ehmed Pşderî), sala 1922an li gundê Delge li navçeya Pşder li nahiyeya Hêro ser bi qezaya Qeladizê parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, li hucreya feqîyan xwendiye. Xêzandar bûye. Sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê (1961- 1975) awareyê welatê Îranê bûye û li gundê Bêwaran a Rojhilatê Kurdistanê niştecî bûye, dûre hatiye veguhastin bo komelgeha Seraw Germ li Zehab û ji wir jî bo Gurgana parêzgeha Mazenderan hatiye veguhastin. Piştî niştecîbûna li wî bajarî, wek fermanber li parastina daristanan hatiye damezrandin. Sala 1991an destpêka raperîna cemawerî ya başûrê Kurdistanê ji Îranê vegeriyaye û beşdarî azadkirina bajarê Ranyeyê kiriye. Di 6ê kanûna paşîn a 1999an de bi celta dil koça dawî kiriye.
Sala 1958an peywendî bi rêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê kiriye, sala 1961an beşdarî raperîna gundê Xelekan a dijî Artêşa Iraqê kiriye, heman sal peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û li gel Hebasê Mamend Axa û Şêx Husên Boskîn bûye Pêşmerge û çûye cem Mistefa Barzanî.
Sala 1963an Feqê Ehmed Pşderî, li batalyona Elî Şeban Hostanî ser bi liwaya Bêtwatê li navçeya Seruçawa ya Ranyeyê bûye Pêşmerge. Sala 1964an li gel Reşîd Sindî bo çekkirina baskê Îbrahîm Ehmed çûye Mawet. Sala 1966an li gel hêzeke Pêşmerge bi fermandeyiya Mela Elî Nêrweyî û Elî Şeban li navçeya Bêtwên û Çwarqurne û Çolya dijî êrîşa Artêşa Iraqê berevanî kiriye, bi sedema azayetiya xwe ji aliyê Mistefa Barzanî ve bi rêzgirtinekê û bîst û pênc dînar wek xelat hatiye dayîn. Sala 1968an li gundê Qerenî Axa li gel pelek Pêşmerge li karwaneke Artêşa Iraqê dane, di wî şerî de Feqê Ehmed Pşderî bi giranî birîndar bûye û bo çareseriyê hatiye şandin bo bajarê Tehran a paytexta Îranê. Sala 1969an piştî başbûnê vedigere rêzên Hêzên Pêşmerge.
Sala 1970an piştî rêkevtinnameya 11ê adarê, tê kirin Serleq. Sala 1974an piştî binpêkirina rêkevtinnameya 11ê adarê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve û hilgirsandina şer dijî şoreş û gelê Kurd, Feqê Ehmed Pşderî careke din peywendî bi Hêzên Pêşmerge kiriye û li leqa 4 a partiyê û batalyona 3 a hêza Bêtwatê bûye Pêşmerge, beşdarî çendîn şeran bûye, ji wan şerê çiyayê Xanzad li navçeya Seruçawa, çiyayê Makok li Bêtwên, her di wî şerî de destê wî birîndar dibe. Sala 1974an hatiye kirin fermandeyê batalyonê.
Sala 1976an serperiştiya lijneya rêxistina Mazenderan a Partiya Demokrat a Kurdistanê kiriye û yek ji berpirsiyarên wê lijneya rêxistinê bûye. Di 4ê çiriya pêşîn a 1979an de wek endamê Kongre beşdarî di Kongreya nehem a Partiya Demokrat a Kurdistanê kiriye, sala 1980an piştî hilgirsandina Şoreşa Îslamî li Îranê, Feqê Ehmed Pşderî bi malê xwe ve aniye bajarê Neẍedeyê li Rojhilatê Kurdistanê û peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û li hêza 15 a Elî Şeban, pileya fermandeyê batalyona yekê wergirtiye. Sala 1983an hatiye veguhastin bo qatê çaran a Partiya Demokrat a Kurdistanê, ku Elî Îsmaîl berpirsiyarê lijneya rêxistina wî qatî bûye.
Sala 1991an piştî raperîna cemawerî ya Kurdistanê, pileya fermandeyê hêza Makok li mihwerê 9 a devera Ranyeyê wergirtiye. Sala 1992an di şerê berevanîkirinê li ser serweriya yasa dijî çekdarên PKKê li çiyayê Gule Şeban birîndar bûye. Sala 1995an Feqê Ehmed Pşderî, pileya fermandeyê fewcê 6 li liwaya 70 a Partiya Demokrat a Kurdistanê li Qesrê wergirtiye, sala 1997an hatiye veguhastin bo leqa 11 a partiyê û hatiye kirin berpirsiyarê serbazî yê leqê.
Di 16ê tebaxa 1996an de di yubîla zêrîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê, bi sedema wan xizmetên ku pêşkêş kirine, ji aliyê serok Mesûd Barzanî medalyaya Barzanî hatiye bexşîn.
Çavkanî:1- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.





