Sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê vegeriyaye bo gundê Rûstê û li wir maye, piştî serhildana Şoreşa Gulanê dûbare vegeriyaye bo nav rêzên Hêzên Pêşmerge û li gel Necmedîn Goronî û Hemîd Efendî di mefrezeyên gerok de bûye, sala 1988 di dema kîmyabaran kirina gundê Şêx Wesan ji aliyê hikûmeta Be's ve Faris Mihemed Emîn ber çekên kîmyayî ketiye û bi birîndarî vegeriyaye bo Dola Rûstê.
Di raperîna Başûrê Kurdistanê di sala 1991an de, li Çoman bûye û paşê di fewca yekê ya Balek de bûye Pêşmerge ku birayê wî fermandeyê wê bûye, di sala 1995an de birayekî wî bi navê Qadir Mihemed Emîn nasnavê wî Qadirê Sor di şerê berevanîkirinê li ser serweriya Kurdistanê li gundê Gûyzan Şehîd bûye û paşê Faris li şûna wî hatiye danîn û hatiye kirin fermandeyê lîwayê û paşê hatiye veguhestin bo Artêşa Balek.
Faris Mihemed Emîn Husên Qadir beşdarî çendîn şeran bûye di nav wan de şerê Eqûban li devera Şeqlawa, Kosî Spî û Bersirîn û carekê jî lingê wî yê rastê birîndar bûye, ji bilî birayê wî, birazayekî navbirî Şehîd bûye, di 28ê gulana 2013an de bi sedema wan xizmetên ku pêşkêşî Kurd û Kurdistanê û rêbaza Barzanî kirine, ji aliyê serok Mesûd Barzanî madalyaya Barzanî jê re hatiye bexşîn.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





