Ezîz Qazî Hemhed, sala 1928 li gundê Afriyan ser bi nahiya Herîr li qezaya Şeqlawe li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û di 15ê sibata 1954an de li beşa dîrokê ya zanîngeha Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê (Partiya Şkola) li Taşkenda Yekîtiya Sovyetê hatiye wergirtin, di 17ê tebaxa 1955an de li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevseriyê bi Zahîda Baniya Reîs Mihemed re pêk aniye, di 29ê adara 1959an de karî bawernameya bilind a dîplomê werbigire.
XebatnameSala 1944an peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye, bi vê sedemê di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêzbar û neveguhêzbar de hatiye girtin. Di 5ê îlona 1945an de beşdarî girtina binkeya polîsên Meydan Morikê bûye. Di 11ê çiriya pêşîna 1945an de piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê. Di 31ê adara 1946an de li hêza Barzan ser bi artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li batalyona 3 ya lîwaya Salih Kanyelincî xizmeta pêşmergatiyê kiriye.
Piştî nesko ya Komara Dêmokrata Kurdistanê di 3ê adara 1947an de beşdarî şerê Sîlowê bûye li Rojhilatê Kurdistanê. Di 3ê adara 1947an de beşdarî şerê Nelos û di 19ê adara 1947an de beşdarî şerê Neqede û Şino û di 24ê adara 1947an de beşdarî şerê Qarnê li navçeya Xanê bûye.
Di 19ê nîsana 1947an de biryar daye ku di bin fermandariya jenerel Mistefa Barzanî li berxwedanê berdewam be. Di 23ê gulana 1947an de hevaltiya Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê, di 9ê hezîrana 1947an heta 11ê hezîrana 1947an beşdarî şerên Geliyê Qotur û pira Makoyê bûye, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, derbasî Sovyetê bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîna 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzîk Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî li meşqa serbazî berdewam dibin,
Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên hewkarî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşa hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerel Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrivîskî kom bikin, lewma navborî di meha çiriya paşîna 1951an de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navborî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besra li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê.
Bi biryara hejmar 3971 di dîroka 4ê hezîrana 1959an de wek mamostayê zimanê rûsî li zanîngeha Bexdayê hatiye damezrandin û li kolêja serbazî ders daye, herwiha li sînorê lîwaya pênc a Partiya Dêmokrata Kurdistanê li Bexdayê xebat kiriye, li gel Seyîd Ezîz Seyîd Ebdulla karê rêxistinî yê partiyê birêve dibirin di nava efser û serbazên Kurd li artêşê bo hatina rêzên partî.
Di 3ê adara 1963an de beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye. Di 28ê tebaxa 1963an de beşdarî şerê Taqên Kifrî bûye. Di 15ê çiriya paşîna 1964an de serlîwa bûye li navçeya Baziyan. Di 3ê adara 1965an fermandarê batalyona 9 ya hêza Qeredax û sala 1966an fermandarê batalyona 4 ya hêza Qeredax bûye, di 9ê tîrmeha 1966an de beşdarî şerê Deşta Şarezûrê bûye û çavê xwe yê rastê ji dest daye. Di 6ê gulana 1967an ser ji nû ve bûye fermandarê batalyona 9 ya hêza Qeredax. Di 15ê tebaxa 1968an fermandarê batalyona 2 ya hêza Kawe bûye. Di 11ê sibata 1969an bo cara sêyem fermandarê batalyona 4 ya hêza Qeredax bûye. Piştî rêkeftina 11ê adara 1970an hatiye kirin cîgirê fermandarê fewca 5 ya pasewanên sînor. Sala 1971an bûye cîgirê fermandarê hêza Qeredax. Sala 1974an bûye fermandarê hêza Kerkûkê.
Sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê wek penaber berê xwe dide Şahnişîna Îranê û li bajarê Neqede yê Rojhilatê Kurdistanê niştecih bûye û di 10ê tebaxa 1975an de mala xwe veguhastiye bajarê Reşt. Di dema xizmeta pêşmergatiyê de pênc caran birîndar bûye. Di 17ê gulana 1976an li bajarê Sakramento yê wîlayeta Kalîforniyayê niştecih bûye.
Di 13ê çiriya pêşîna 1999an de li Kongreya Duwazdehêm a Partiya Dêmokrata Kurdistanê ji ber xebat û berxwedana wî di Şoreşa Duyemîn a Barzan, Komara Dêmokrata Kurdistanê, rêwîtiya ber bi Yekîtiya Sovyetê û Şoreşa Eylûlê ji aliyê serok Mesûd Barzanî ve madalyaya Barzanî yê nemir jê re hatiye bexşîn, di 13ê hezîrana 2006an de bi xizmeta serok Mesûd Barzanî dilşad dibe û di heman rojê de koça dawî kiriye.
Çavkanî:
-
Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
- Hamîd Gewherî, Medalya Barzanî bilindtirîn xelata rêzgirtinê, berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim – 2015).
- Hemîd Gerdî, Pûxtê dîroknamê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Weşanê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004).
- Heyder Farûq El-Samerrayî, Ziya Ce'fer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhîkme – 2016).
- Di bîranînên fermandarê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî de, 62 roj li gel Barzanî, çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî – 1997).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1931 - 1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat – 1998).
- Arşîva Desteya Ensîklopediya, forma Ezîz Qazî Hemêd Babekir, Pîrmam, 1ê Mijdara 2018an.





