Emîn Heme Kerîm Îbrahîm Ebdulla naskirî bi Kêxa Emînê Dergaşêxan, sala 1917an li gundê Derga Şêxan a ser bi nahiya Biyareyê ya devera Hewramanê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyarî û baxdarî bûye, xêzandar bûye û xêzana wî navê wê Nazenîn bûye, xwediyê du kur û sê keçan bûye bi navên Heme Xan, Mîrza, Qedemxêr, Pervîn, Humêra.
Sala 1988an Heme Xan Emînê kurê wî di dastana Xwakurkê de Şehîd bûne, sala 1988an Mîrza Emînê kurê wî di kîmyabarana bajarê Helebceyê de Şehîd bûne.
Sala 1961ê bûye Pêşmerge di pela Hewramanê de bi fermandeyiya Şêx Heme Emîn, ser bi batalyona Xebata Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
Di 12ê Îlona 1963an de lîwaya 20ê ya artêşa Îraqê ya wê demê bi fermandeyiya lîwa Zeîm Sidîq hewl dane êrîş bikin ser bajarê Helebceyê û sengerên derdora wê, lê hêzeke Pêşmerge ji bo rêgirtinê li wan li ser Pirdê Zelmê senger çêkirine û gava nêzîk bûne rûbirûyî wan bûne. Emîn Heme Kerîm beşdarî di wê dastanê de kiriye û piştî çend demjimêran di rûbirûbûnê de û têkşikandina çend otomobîl û tankekê, Emîn Heme Kerîm û çend hevsengerên wî Şehîd bûne û piştre debabeya rejîma wê demê ya Îraqê bi ser laşên wan de çûye.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




