Şehîd Emîn Heme Kerîm Îbrahîm, Pêşmergeyê Şoreşa Eylûlê bû, di şerê Pira Zelmê de di sala 1963an de Şehîd bûne, artêşê bi tankeke serbazî termê wî bin lingan xist.
Emîn Heme Kerîm Îbrahîm Ebdullah ku bi navê Koyxa Emîn Dergaşîxan tê naskirin, li gundê Dergaşîxanê yê ser bi nahiyeya Biyare ya herêma Hewramanê ji dayik bûye, gundî bû û bi çandinî û baxçevaniyê re mijûl dibû, zewicî bû bi Nazenînê re, du kur û sê keçên wan hebûn (Heme Xan, Mîrza, Qedem Xêr, Perwîn, Humeyra).
Kurê wî Heme Xan Emîn di şerê Xwakurkê de di sala 1988an de Şehîd bûne, herwiha kurê wî yê din Mîrza Emîn jî di kîmyabarana Helebceyê de di sala 1988an de Şehîd bûne.
Di sala 1961an de tevlî Hêzên Pêşmerge yên fujê Hewramanê bû bi fermandariya Şêx Heme Emîn yê ser bi fujê Xebat ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
Di 12ê Eylûla 1963an de lîwaya 20an a artêşa Îraqê ya wê demê bi fermandariya lîwa Zeîm Sedîq hewl da êrîşî bajarê Helebceyê û sengerên wê bike, lê hêzeke Pêşmerge li ser Pira Zelmê senger ava kiribûn, dema dijmin nêzîk bû ew hêz rûbirûyê wan bû û Emîn Heme Kerîm di wê şerê de beşdar bû, piştî şerekî ku çend saetan dom kir û tê de hejmarek ji otomobîlên serbazî û tank hatin têkbirin, Emîn Heme Kerîm û hejmarek ji hevsengerên wî yên Pêşmerge Şehîd bûne, dijmin bi vê yekê razî nebû û bi tankeke serbazî termê wî bin lingan xist.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


