Jiyanname

Elî Mehmûd Mihemed Şukir, di sala 1939an de li gundê Tûlebî yê devera Şemîran ser bi qezaya Derbendîxan ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, xêzana Elî Mehmûd navê wê Nebîle Ebdulrehman û keça wî navê wê Gerde ye.

Xebatname

Elî Mehmûd di sala 1963an de bûye Pêşmerge di pelê Heme Kerîm Ereb Kuj ser bi hêza Şemîran bi fermandeyiya Heme Şemîranî, ku di wê demê de hêza Şemîran hêzeke serbixwe bûye û Şehîd Heme Şemîranî fermandeyê wê bûye û ferman ji serkirdayetiya şoreşê wergirtiye, herwiha sînor ê çalakiyên vê hêzê li devera Şemîran û devera Newrolî bûye zêdetir. Lê piştî çêkirina pêkhateya leşkerî Şoreşa Eylûlê di sala 1965an de ev hêz her wek hêzeke serbixwe ma û xistin ser hêza xebata Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

Elî Mehmûd beşdarî di şerên Derbendîxan û Helebce de kiribû, di berwarî 1ê Sibata 1967an de piştî vegera wan ji şerê Helebce li nahiyeya Sîrwan dikevin bosêya serbazên rejîma Îraqê û Elî Mehmûd Şehîd dibe.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.