Şehîd Elî Arif Rehîm Heme Kerîm, sala 1971ê li gundê Dereyê Merê yê ser bi nahiyeya Biyareyê ya devera Hewramanê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî xwendinê bûye heta qonaxa seretayî li Biyareyê xwendiye, piştre bo berdewamkirina xwendina qonaxa navendî berê xwe daye parêzgeha Helebceyê, sala 1987an li nêzîkî Xurmalê Şehîd bûne.
XebatnameŞehîd Elî Arif Rehîm di dema xwendekariya xwe de li bajarê Helebceyê û sala 1986an peywendî bi şaneyên nihênî yên nav bajarê Helebceyê çêkiriye, ku di wê demê de şane ser bi Lîjneya Navçeyê ya Helebceyê ya lîwaya çarem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûne û Şehîd Soran Îsmaîl pileya kargêrê navçeyê bûye û serpereştiya şaneyên nihênî kiriye.
Sala 1987an di çalakiyekê de li nav bajarê Helebceyê eşkere bûye û çûye çiyê, bûye Pêşmerge li cem fermandeyê Şehîd Serdarê Hacî Huseyn Dereqeyserî ku fermandeyê hêzeke taybet bû li nav Hêza Hewramanê û lîwaya çarem de.
Sala 1987an di şerê Ehmed Awa û Haneyê Qul de ku Hêzên Pêşmerge rûbirûyî hêzeke mezin a leşkerî ya rejîma Beis bûn, Elî Arif Rehîm û hevsengerên wî bi fermandariya Şehîd Serdar Dereqeyserî li ser şeqama di navbera nahiyeya Xurmal û Ehmed Awa de kemîn bo karwanê leşkerî danîne heta rê li wan bigirin û derfetê nedin bigihêjin sengerên Pêşmerge li Ehmed Awa, piştî rûbirûbûna wan karwanê wan têk birine, lê di dema paşekişeya serbazên rejîma Beis de, li ser qelaya Xurmalê Beisiyan bi doşke gulebaranî hêza Pêşmerge kirine, di encamê de guleya doşkeyê li stûyê Elî Arif Rehîm ketiye û Şehîd bûne.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





