Sala 1967an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye li leqê Balek bûye Pêşmerge, heta sala 1970yî li wir berdewam bûye li ser erka pêşmergatiyê. Sala 1970yî li Lîjneya Navçeyê ya Balek ligel Mihemedemîn Reşke bûye, piştî rêkkeftina 11ê Adara sala 1970yî hatiye kirin bi pasewanê sînor li devera Rewandizê, sala 1974an piştî destpêkirina şer di navbera hikûmet û Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê, Ehmed Birno vegeriyaye bo rêzên Pêşmergeyên Hêza Karox bi fermandeyiya Seyîd Selîm, piştre hatiye veguhastin bo Qesrê û Berdezerd li nêzîk gundê Rayat û hatiye kirin bi pasewanê baregeha Barzanî.

Sala 1976an piştî hilgirsana Şoreşa Gulanê çûye bajarê Kerecê û çavê wî bi Îdrîs Barzanî ketiye, piştre ligel Erîf Ehmed û Mihemed Rewandizî û Mistefa Elyas peywendî bi Hêzên Pêşmerge bi fermandeyiya her yek ji Mûlazim Yûnis Rojbeyanî û Hemîd Efendî li devera Sîdekanê kiriye, li binkeya Gelê Gosta li pişt deşta Bazargirî ya nahyeya Sîdekanê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ligel Hemîd Efendî bûye, piştre binkeya wan hatiye veguhastin bo Bêrkim li devera Sîdekanê.

Sala 1991ê piştî raperîna xelkê Başûrê Kurdistanê, Ehmed Birno li devera Sîdekanê bûye û piştre ligel Hemîd Efendî û Nîhad Barzanî binkeya xwe veguhastine bo navçeya Peyman li Pirmam û piştre bo yekeya 43ê ya Fermandeyiya Helgurd li Soranê tê veguhastin.

Ehmed Birno di jiyana pêşmergatiyê de di çendîn şeran de beşdar bûye, wekî şerê Korêk, şerê Serçiya, şerê Çiyayê Pîran, şerê Sîdekanê û sala 1988an Dastana Xwakurkê û carekê jî birîndar bûye, di 28ê Gulana 2013an de ji aliyê Serok Barzanî ve medalyaya Barzanî jê re hatiye bexşîn. Di 3yê Tebaxa sala 2019an de bi sedema nexweşiyê koça dawî kir û li goristana Diyana bi xak hat spartin.

Çavkanî:

1.Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.