Jînenîgarî

Sala 1910 li gundê Şanedêrê yê ser bi nahiyeya Gorto ya qezaya Mêrgesorê li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Jiyana hevjîniyê bi Eyş Îbrahîm re pêk aniye û sê zarokên wan bi navên Mihemed, Huseyn û Hedoyê hebûne. Sala 1965 koça dawî kiriye.

Xebatname

Di 23ê gulana 1947an de hevaltiya general Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qoturê û şerê Pira Makoyê de beşdar bûye û piştî zehmetî û westandineke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li çemê Arasê ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê de, derbasî Sovyetê bûye.

Piştî gihîştina wan a bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçevanê yê Komara Azerbaycanê bo heyama çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirî derdora wê hatibû girtin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek, kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam, Laçîn, Ayolax û Kelbecerê li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê hatine veguhastin û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serpereştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan perwerdeya serbazî dîtine. Di heman demê de rojane bo heyama çar saetan ji aliyê hinek hevalên wan ên ku xwendewar bûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalan, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin komelgeha Çerçûkê ya nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di perwerdeya serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên hewkarî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê general Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û kulên hevalên xwe dike û ew jî destpêbicih biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrivîskî kom bibin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera general Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) ya madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûna bi yasaya hewar-kirî ya hejmar 19 ya sala 1959an, ew û hevalên wî ketine ber lêborîna giştî.

Sala 1958an Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Ehmed Hedoyê di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. Sala 1965 koça dawî kiriye.

Çavkanî:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê

  2. Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
  3. Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyariyên sîyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
  4. Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlî Zêrînî Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxaneya Xebat - 1996z).
  5. Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
  6. Govara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, Înî, 15 nîsana 1959an.
  7. Di bîranîna fermandeyê Şehîd Hesoyê Mîrxan Cajokî, 62 roj li gel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
  8. Lîs Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda - Dar El-Reşîd Lîl-Neşr - 1979m).
  9. Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweyê Rizgarixwazî Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998z).