Jînenîgarî

Ehmed Ebdulqadir Ehmed Silêman nasraw bi Ehmed Bekraweyî, di sala 1942an de li gundê Bekraweyê ser bi nahiya Sîrwan a parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyarî bûye, xêzana Ehmed Bekraweyî navê wê Emne Mihemed e û keçên wan navên wan Kwêstan û Aştiye.

Xebatname

Ehmed Bekraweyî di sala 1961ê de bûye Pêşmerge li leqê çar bi fermandeyiya Cemal Namîq ser bi batalyona Xebat a Partiya Dêmokrata Kurdistanê beşdarî şerê Helebceyê, şerê Deşta Şarezûrê, şerê Hewramanê, şerê Derbendîxanê kiriye, di sala 1965an de pileya serpelî wergirtiye li batalyona heftê ya Biyareyê bi fermandeyiya Cemal Namîq ser bi hêza Xebat, di sala 1968an de pileya serleqî li batalyona heftê ya Biyareyê wergirtiye. 

Di berwarî 24ê gulana 1969an de bi fermana serkirdatiya şoreşê polek Pêşmerge ku pêk hatibûn ji Ezîz Etruşî, Elî Reşaş, Menûçerbegê Ênaxî, Ehmed Bekraweyî diçin çiyayê Şinrwê, sereta diçin gundê Hawarê ji bo serdana bavê Elî Hawarî ji bo ku alîkariya wan bike, bavê Elî Hawarî wek rêber û şarezayê deverê Elî Hawarî ligel wan dişîne û heman rojê diçin ser sengerên xwe li Geliyê Eşkewtan li çiyayê Şinrwê, di wê demê de nûçe digihîje taqma Birahîm Ehmed ku di wê demê de ji şoreşê vegeriyabûn û Partiya Dêmokrata Kurdistanê ku Ezîz Etruşî li çiyayê Şinrwê ye, lewma taqma Birahîm Ehmed plana êrîşeke bilez datînin û dest bi amadekariyê dikin û êrîş dikin ser wan û di encamê de Ezîz Etruşî û Menûçer Beg Şehîd dibin û Elî Hawarî bi dijwarî birîndar dibe û bi birîndarî xwe ji sengeran dûr dixe, piştî çend deqeyan li nêzîkî sengerên xwe Elî Hawarî Şehîd dibe û termê wî nakeve destê taqmeyê, lê Celal Talebanî termê her çar Şehîdan Ezîz Etruşî, Menûçer Begê Ênaxî, Ehmed Bekraweyî, Elî Reşaş ji çiyayê Şinrwê bi wilaxtan radikêşe nav bajarê Helebceyê û cesedên wan bi temamî dişêwîne, li nav bajarê Helebceyê ji aliyê mêrên ayînî û komek kesayetiyên bajêr ve diçin ser rêya wan, piştî daxwaziyeke zêde terman ji wan werdigirin û heman demê parçeyek erd li derwazeya bajarê Helebceyê dikirin bi komî bi xakê dispêrin û navê lê dikin goristana Şehîdan.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.