Ebdulrehman Teyib Muftî li qezaya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Dihokê ji dayik bûye, li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û sala 1954 bawernameya bakaloryosê di beşa siyaset û aboriyê de wergirtiye, her li Yekîtiya Sovyetê sala 1954 jiyana hevseriyê ligel Wasîlya Mihemed Car Hemîd pêk aniye, kurekî wan hebûye bi navê Reşwan Ebdulrehman (1956). Ebdulrehman Muftî sala 1993 koça dawî kiriye û li goristana Ebûxirêb hatiye veşartin.
XebatnameEbdulrehman Teyib Muftî li 23ê gulana 1947 beşdarî rêçê bûye ber bi Yekîtiya Sovyetê û şêwirmendê mela Mistefa Barzanî bûye, di şerên rêçê de beşdar bûye, li 28ê gulana 1947 li ser daxwaza Mîrhac Ehmed beşdarî civîna gundê Cirmê bûye.
Li 18ê hezîrana 1947 li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye. Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, li 19ê hezîrana 1947 ligel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayûlax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Li 10ê kanûna yekem a 1947 hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û li rêkefta 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêran meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar demjimêran ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî li 29ê tebaxa 1948 ji Komara Azerbaycanê veguhêzin bo komelgeha Çirçûk li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Li 19ê kanûna duyem a 1948 li Kongreya giştî ya Bakûyê ku ji aliyê nûnerên Kurdên Kurdistana Îraqê û Îranê ve hatibû girêdan, bûye endamê serkirdatiya siyasî li Kurdistana Îraqê.
Di adara 1949 ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihe destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbêcî biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrîvîskî kom bikin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951 diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.
Piştî Şoreşa 14ê tîrmeha 1958 li Îraqê û vegera jeneral Mistefa Barzanî, li 25ê sibata 1959 û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar kirî ya hejmar 19 di sala 1959 de, xwe û hevalên xwe ber lêbûrdana giştî ketine.
Di sala 1958 Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî li 16ê nîsana 1959 ligel hevalên xwe bi keştiya Grozya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyane Kurdistanê.
Piştî vegera xwe ji Yekîtiya Sovyetê, sala 1959 wek fermanber li Bexdayê hatiye damezrandin û dûre pileya raîdî dane wî, sala 1963 xanenişîn hatiye kirin û dûre ligel Mîrhac Ehmed ji aliyê hikûmeta Îraqê ve hatine zindanîkirin.
Serçave:1- Hevpeyvîna kovara Metîn, Hevçeperê Barzanîyê nemir Ezîz Qazî bîranînên xwe digêrît, beşê duyê, kovara Metîn, liqê yekê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 48, xula sêyê, Dihok, çapxaneya Hawar, kanûna duyem 1996z.
2-Hamîd Gewherî, Mîdalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga duyem, (Hewlêr - çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
3-Zerard Silêman Beg Dergeleyî, Bîranînên min di salên 1943-1977an de, (Silêmanî - çapxaneya Rehend - 2002z).
4-Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyariyên siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - çapxaneya Rojhilat - 2013z).
5-Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - çapxaneya Peywend - 2011z).
6-Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd 1931 - 1958, (Dihok - çapxaneya Xebat - 1998z).
7-Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlî zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).
8-Arşîvî desteya înskilopîdyaya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





