Jînenîgarî

Ebdullah Huseyn Cercîs, sala 1917 li gundê Pêndro yê ser bi nahiyeya Şêrwan Mezin li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, berî çûna xwe bo Yekîtiya Sovyetê zewicî bû û navê hevjîna wî Salha Mehmûd Qadir bû, keçek wan hebû bi navê Pûrê. Ebdullah Huseyn li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û bawernameya bakaloryosê wergirtiye, piştî vegera xwe ji Yekîtiya Sovyetê, sala 1959 wek fermanber li kargeha ristin û çêkirinê ya bajarê Mûsilê hatiye damezrandin û piştre bo kargeha xalîçeyan a Hewlêrê hatiye veguhestin û paşê li kargeha cixareyan a Hewlêrê hatiye damezrandin, şarezayiya wî di her du zimanên kurdî û rûsî de hebûye, di 2ê îlona 2013an de li Pîrmamê koça dawî kiriye û li qezaya Behrkeya parêzgeha Hewlêrê hatiye veşartin.

Xebatname 

Ebdullah Huseyn Cercîs, sala 1931 peywendî bi rêzên Şoreşa Yekem a Barzan kiriye û di şeran de beşdar bûye, sala 1943 peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye, di 2ê çiriya pêşîn a heman salê de beşdarî girtina binkeya polîsan a Şanedêr û di 12ê çiriya pêşîn de beşdarî girtina binkeya polîsan a Xêrezok û di 20ê çiriya pêşîn de beşdarî girtina binkeyên polîsxaneyên Çemê û Şêrwan Mezin bûye, herwiha di 10ê çiriya paşîn a 1943an de di girtina binkeya polîsan a Meznê ya qezaya Mêrgesor de beşdar bûye. 

Di 8ê tebaxa 1945an de beşdarî girtina binkeya polîsan a Mêrgesorê bûye, di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêz û neveguhêz de hatiye girtin. Di 5ê îlona 1945an de beşdarî girtina binkeya polîsan a Meydan Morik û beşdarî şerê Kaniyarêşê bûye, di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan berê xwe daye Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di hêza Barzanî ya ser bi artêşa Komara Demokratîk a Kurdistanê de li gel bav û birayê xwe bi navên Huseyn Cercîs û Şinoyê Huseyn bûne pêşmerge, di 29ê nîsana heman salê de beşdarî şerên Qerewa û Mirdêyê li navçeya Seqizê û di 3ê gulana 1946an de beşdarî şerê Milqerenî bûye li Rojhilatê Kurdistanê.

 Piştî nesko ya Komara Demokratîk a Kurdistanê di 3ê adara 1947an de beşdarî şerê Nelos û di 19ê adarê de beşdarî şerê Neqede û Şinoyê bûye, ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya Xwakurk û Deşta Berazgirê bi xaka Kurdistana Bakur de vegeriyaye devera Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegera wan, jeneral Mistefa Barzanî di 15ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de li gel Huseyn Cercîsê bavê xwe yaweriya jeneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê Pira Makoyê de beşdar bûye û piştî zehmetî û westiyaneeke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Piştre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê hatine veguhestin û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêran meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo dema çar demjimêran ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewar bûn, dersên fêrbûna zimanê kurdî bi wan hatine gotin.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalan, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin. 

Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêr li ser gundên hewkarî yên Yekîtiya Sovyetê de hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û piştre beşê hikûmetê didan) kar dikirin. 

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbêcî biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrivîskî kom bibin, lewma navborî di meha çiriya paşîn a 1951an de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.

Piştî Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jeneral Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarkirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên wî ketine ber lêbûrdana giştî. 

Sala 1958an Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Ebdullah Huseyn Cercîs, di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.  

 Sala 1961an beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û serpel bûye û di şeran de beşdar bûye, sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê wek penaber berê xwe daye Îranê, li Heleç pasewanê mezarê Barzanî yê nemir bûye.

 Ebdullah Huseyn Cercîs, sala 1997 vegeriyaye Kurdistanê, di 16ê kanûna pêşîn a 2010an de di kongreya sêzdehem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de ji ber xebat û berxwedana wî di Şoreşa Yekem û Duyem a Barzan, Komara Mehabadê, rêçika ber bi Yekîtiya Sovyetê, Şoreşa Eylûlê ji aliyê serok Mesûd Barzanî Medalyaya Barzani yê nemir jê re hatiye bexşîn, di 14ê adara 2013an de bi boneya salvegera serhildana Duhokê, medalyayên din jî ji Dezgeha Rewşenbîriya Duhokê wergirtiye. 

Çavkanî:

1. Heyder Farûq El-Samrayî, Çiya û Cefer û rola wan a siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhekme - 2016z), r. 203.

2. Sefer Yûsif Mîrxan, Avakerên îro yên Kurdistanê, (Hewlêr - Rêveberiya Giştî ya Pirtûkxaneyên Giştî - 2010z).

3. Sefer Yûsif Mîrxan, Di salvegera 62emîn a destana derbaskirina Arasê de, Rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 3202, Hewlêr, 18ê hezîrana 2009z.

4. Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyari siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).

5. Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîla zêrîn a Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxaneya Xebat - 1996z).

6. Salih Yûsif Sofî, Kronolojiya Kurdistanê û cîhanê, çapa yekê, bergê duyê, (Duhok - Çapxaneya Parêzgeha Duhokê - 2013z).

7. Salih Yûsif Sofî, Kronolojiya Kurdistanê û cîhanê, çapa yekê, bergê sêyê, (Duhok - Çapxaneya Parêzgeha Duhokê - 2013z).

8. Emer Farûqî, Serdar Dana jiyan û têkoşîna rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).

9. Ebdulla Xefûr, Ferhenga erdnîgariya Hewlêrê, (Hewlêr - Belavokên Akademiya Kurdî - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).

10. Kovara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, în, 15ê nîsana 1959.

11. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1931 - 1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998z).

12. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1931 - 1958, bergê yekem, (Hewlêr - Çapxaneya nediyar - 2012z).

13. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.