Jînenîgarî

Ebdullah Hemo Osman, di sala 1920an de li gundê Guwêzê yê nahyeya Şêrwan Mezin a qezaya Mêrgesorê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Di sala 1975an de piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê (1961-1975) koçberî welatê Îranê bûye û li Rojhilatê Kurdistanê bi cih bûye. Di sala 1982an de li Tehran a paytexta Îranê bi sedema nexweşiyê koça dawî kiriye. 

Xebatname

Di 22ê gulana 1947an de hevaltiya general Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê ve û di şerê geliyê Kotol (Qetur) û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westandineke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li çemê Arasê ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê de, derbasî Sovyetê bûye.

Piştî gihîştina wan a Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam, Laçîn, Ayolax û Kelbecer ên Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê hatine veguhastin û di dîroka 23yê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê were veguhastin bo komelgeha Çirçûk a nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin. 

Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin. 

Piştî hewldaneke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê general Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbêcî biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vriviskî kom bibin, lewma navborî di meha çiriya paşîn a 1951an de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navborî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.

Sala 1963an peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê kiriye û beşdarî şeran bûye. Sala 1981an peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Gulanê kiriye. 

Çavkanî:

1- Hamid Gewherî, Mîdalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).

2- Hemîd Gerdî, Puxteya Mêjûnameyê, çapa yekem, (Hewlêr- Dezgeha Çap û Belavkirina Aras- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2004z).

3- Şe'ban Elî Şe'ban, Hinek zanîyariyên siyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhilat- 2013z).

4- Omer Farûqî, Serdar Dana jiyan û têkoşîna rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2002z).

5- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931- 1991, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê- 2001z).

6- Ebdullah Xefûr, Ferhenga erdnîgariya Hewlêrê, (Hewlêr- Belavokên Akademiya Kurdî- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).

7- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê ber bi Sovyetê ve, çapa yekem, (Silêmanî- Çapxaneya Peywend- 2011z).

8- Di bîranîna fermandarê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Rewşenbîriyê- 1997z).

9- Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda- Dar El-Reşîd bo Weşanê- 1979m).

10- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwaza Kurd 1931- 1958, (Duhok- Çapxaneya Xebat- 1998z). 

11- Necef Qulî Pesiyan, Ji Mehabada xwînawî heta peravên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam- Yûbîlya zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê- 1996z).

12- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.