Ebdal di Sala 1967 de li gundê Kanîlenç ser bi qezaya Mêrgesorê ji dayik bûye, heta pola sêyê ya navendî xwendiye, piştî ku şerê Iraq-Îranê (1980-1988) dest pê dike wekî hevkarek ji bo Pêşmergeyan û alîkarên wan diçe nava rêzên Pêşmerge, lê ji ber ku Heso Kanîlençî bavê yekê dibe ji fermandeyên Hêza Barzan, lewma di hemleya girtina Mêrgesorê di Sala 1987 de beşdar bûye.

Di Sala 1987 de hikûmeta Iraqê bi hevkariya caşan hewl dide navçeyên sînorî, bi taybet Geliyê Reş kontrol bike, ji ber ku baregeha sereke ya Hêza Barzanî tê de bûye, lewma berî ku dest bi hemleya xwe bike topbaraneke dijwar dike, di 21ê tîrmeha 1987an de di çarçoveya topbaranê de ligel her yek ji Hesco Muhemmed Feqê Kanîlençî û Elî Hacî Berderî, Ebdal jî Şehîd dibe û her sê li goristana gundê Deryasorê ya sînorê nahiyeya Sîdekanê tên veşartin.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.