Destpêka kanûna duyem a 1988an li Liqa 1ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li devera Badînanê civînek derbarê encamdana çalakiyekê bi serperiştiya Remzî Şe'ban berpirsiyarê liqê ligel berpirsiyarê lijneya navçeyên Amêdî, Şêxan, Zaxo, Gulan, Dihok, Akrê birêve çû, di wê demê de serok Mesûd Barzanî rêberê şoreşê li sînorê Liqa Yekê bû, di wê civînê de nêrîn û ramanên ji bo destnîşankirina cihê çalakiyê hatin gotûbêjkirin, bi raya piraniyê navçeya Dêrelok û Şêladizê hatin diyarkirin ku êrîş lê bê encamdan([1]), cihê gotinê ye di serdema Şoreşa Gulanê da Hêzên Pêşmerge di çarçoveya liq û navçe û rêxistinê de hatibûn rêkxistin([2]).
Plana êrîşê bi vî awayî bû ku Hêzên Pêşmerge yên her şeş navçeyan ligel hêzeke ser bi liqê ve ji du mihweran êrîş bikin, di mihwerê yekê de êrîşî Dêrelokê bikin ku du fewcên kirêgirtiyan (caş) lê hebûn, herwiha lêdana rebayên Serê Amêdî û qutkirina cadeya sereke ya Dêrelokê. Mihwerê duyem lêdana rebayên Nizarê Dêrelok û Deşta Zê li navçeya Akrê ku 20 rebaye serdest bûn bi ser fewcên çekdaran li Dêrelokê ji bo parastina wan, komelgeha Şêladizê ku cihê çekdarên kirêgirtî bû bi racîmeyan topbaran bê kirin ji bo mijûlkirina wan, mihwerê yekê bi serperiştiya Remzî Şe'ban û Şukrî Nêrweyî û Temer Koçer bû ku hêza navçeyên Amêdî, Gulan, Zaxo, hêzeke baregeha liqê jê re hatibû spartin, mihwerê du bi berpirsiyariya Şîmal Zêbarî û berpirsiyarê navçe û rêxistinan bû û bi hêza navçeyên Şêxan, Akrê, Dihok hatibû spartin([3]).
Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li gorî plana hatî danîn di saet 9:30 xulekên şeva 11 li ser 12ê kanûna duyem a 1988an de li her du mihwerên diyarkirî, êrîşeke mezin û berbelav bo ser senger û rebaye û cih û baregehên Artêşa Iraqê û dezgehên partî û çekdarî yên rejîma Be's encam da, di wê êrîşê de Hêzên Pêşmerge karîn serkeftineke mezin bi dest bixin wek destgirtin bi ser 112 senger û cihên hêzên hikûmetê, li Nizar û Serê Qolki û Kanê û Dêrelok û Şêladizê, herwiha ziyaneke mezin gihand hêzên Îraqê([4]).
Piştî destgirtina bi ser senger û rebayên derdorê, Hêzên Pêşmerge pêş ketin heta çûn navenda bajarokê Dêrelokê û dest danîn ser, tevahiya dezgehên bajarokê ketin destê Pêşmerge, wek baregeha fewca Ehmed Kelhî Rêkanî û Elî Ebo berpirsiyarên çekdarên caş herwiha baregeha Partiya Be's û rêxistina emn û îstîxbaratê, binkeya polîsan û fermangeha nahiyeyê, her çend hinek ji çekdarên kirêgirtî yên ser bi dezgeha hewalgiriyê ve bergirî kirin lê nekarîn ji bo demek dirêj xwe ragirin.
Tevî sermaya zivistanê şer û pevçûn heta 13ê mehê dirêj bû, di dema wan çend rojan de Pêşmerge karî bi temamî dest deyne ser Dêrelokê yanê tevahiya dezgeh û saziyên hikûmetê ketin bin destê Pêşmerge, herwiha her du pirên navbera Amêdî û Dêrelok – Şêladizê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatin kontrolkirin.
Di roja 14ê kanûna duyem a 1988an de ji ber barîna berfeke zêde û çêbûna asteng û zehmetiyên zêde, ji bilî wê êrîşa Pêşmerge tevahiya armanca xwe pêk anîbû biryar hat dayîn ku bi planeke rêkûpêk a leşkerî paşekişe bikin heta amadekarî tê de hebe bersiva egera her dij-êrîşekê bidin, ji bo wê di dema vekişînê de cihên girîng û stratejîk girtin([5]).
Encama şer:Destgirtina bi ser 4 fewcên Artêşa Iraqê û baregeha fewcên Elî Ebo û Mihemed Kelhê Rêkanî û Kazim Umerxan, zêdetir ji 550 çekdarên hikûmetê dîl hatin girtin, kuştina zêdetir ji 200 serbaz û hejmareke zêde ya çekdaran, 53 kes ji endamên emn û îstîxbarata Be's li nav Dêrelokê hatin kuştin, herwiha 17 otomobîlên curbicur ên leşkerî hatin şewitandin, zêdetir ji pênc êrîşên hêzên hikûmetê hatin şikandin. Hêzên Pêşmerge di wê destanê de 12 Şehîd û 27 birîndar dan.
Destkeftiya şoreşê:Destkeftiya şoreşê di wê destanê de ev bû ku destgirtin bi ser 2 zirîpoş û 3 doşkeyên 14.5 mîlîmetr û 12.5 mîlîmetr û zêdetir ji 1000 perçe çekên sivik ên klaşînkof û 47 çekên brno, 10 (bî. kî. sî), 20 (ar. pî. cî), 9 (ar. bî. kî) çendîn hawenên 60 mîlîmetr û 120 mîlîmetr hejmareke zêde ya gulleyên hawenan, 3 dezgehên bêtêl ligel kelûpel û tefaqên zêde yên leşkerî([6]).
Kardana hikûmetê:Piştî êrîşê hikûmetê rik û kîneya xwe li ser wê deverê bi vî awayî rijand, ji bo tolhildanê azûqe û xwarin li ser gundan qedexe kir, tevî wê jî bi berdewamî bi topên dûravêj û firokeyan topbaran dikirin([7]).
Çavkanî:- Şîmal Zêbarî, Hendek rastiyên veşartî di Şoreşa Gulanê de, çapa yekem, çapxaneya Rojhilat, Hewlêr – 2015.
- Mesûd Barzanî: Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021.
- Xazî Adil Gerdî, Pêşmergeyek di xizmeta rêbaza Barzanî de Hecî Bîroxî berga duyem, çapa duyem, Tirkiye- 2021.
[1] - Şîmal Zêbarî، Hendek rastiyên veşartî di Şoreşa Gulanê de, çapa yekem, çapxaneya Rojhilat, Hewlêr – 2015, l403.
[2] - Xazî Adil Gerdî، Pêşmergeyek di xizmeta rêbaza Barzanî de Hecî Bîroxî berga duyem, çapa duyem, Tirkiye- 2021, l, l269.
[3] - Şîmal Zêbarî، Heman çavkanî, l405.
[4] - Mesûd Barzanî، Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021, l78.
[5] - Mesûd Barzanî، Heman çavkanî, l
[6] - Mesûd Barzanî، Heman çavkanî, l79; Şîmal Zêbarî: Heman çavkanî, l411-212.
[7] - Şîmal Zêbarî، Heman çavkanî, l414





