Sala 1974an ku hikûmeta Îraqê rêkeftina 11ê adarê paşguh kir û careke din biryara şerê Kurdî da, temamiya hêzên xwe yên zordar kom kirin û êrîşeke berbelav bo ser hemû navçeyên di bin desthilata Şoreşa Eylûlê dest pê kir, li hemberî wê hêza Pêşmerge amadekariya temam kir û hêza zêdetir xiste sengeran bo bihêzkirina xeta berevaniyê û rûbirûbûnê. Çiyayên bilind cihê xweragirtin û berevaniya Pêşmerge bûn artêşê jî biryar da ku dest bi ser bilindahiyan de bigire wek çiyayên Kêwereş û Makok û Karox. Di aliyekî din de rejîma Îraqê biryar da ku di dawiya meha tebaxê û destpêka meha îlonê êrîşên xwe bo ser navçeyên şoreşê çir bike û beriya hatina werzê sermayê dest bi ser cihên stratejîk de bigire.

Fermandeyê firqeya 1 a Artêşa Îraqê bo vê êrîşê û dest bi ser de girtina çiyayê Kêwereş erka operasyonê bi hêza 14 spart bi fermandeyê Eqîd Ebdulcebar Elsafî ku ji hejmarek fewc pêk hatibû, plana êrîşê jî bi vî awayî danîn: 

  • Fewcê 3 ji Ranyeyê heta dawiya çiyayê Kêwereş ji aliyê rastê ve.

  • Fewcê 1 ji Ranyeyê heta Pelkanê ji destê çepê ve.

  • Fewcê 2 piştî herdu fewcên din be li Pelkanê.  

Di 20ê tebaxa 1974an de artêşê dest bi liv û tevgerê kir û ber bi ser çiyayê Kêwereş ve pêş ket ku li ser bajarê Ranyeyê dinêre, fewcê 3 karî erka xwe bi cih bîne ku bereya aliyê rastê bû dest bi ser de girt, sedema pêşrewiya wê bo wê yekê vedigere piştî ku bajarê Ranyeyê ket destê Artêşa Îraqê hêza Pêşmerge bi giring nizanî ji aliyê leşkerî ve berevaniyê li vî cihî bike lewma bi hêsanî artêşê dest bi ser de girt, lê fewcê 1 çend caran êrîşî wî cihî kir ku jê re hatibû destnîşankirin serkeftî nebû, ji ber berevaniya bihêz a Pêşmerge bi wê pîvanê cihê stratejîk bû, Artêşa Îraqê her çend hewl da temamiya çiyê bigire lê şikest xwar her çend piraniya çiyê jî ketibû destê wê. 

Piştî hewl û tekoşîneke zêde Artêşa Îraqê karî dest bi ser bilindahiyekê de bigire ku bi raya Pêşmerge cihê giring bû li çiyê lewma berdewam hewl dida ku jê bistîne, lê Artêşa Îraqê li ser Kêwereş zêdetir ji 20 rebayan danî bo ku biparêze û nekeve destê Pêşmerge, di aliyekî din de derdora rebayan telbend û mînrijandin heta jiyana serbazên xwe ji metirsiya kampanyaya Pêşmerge parastî be, lê Pêşmerge bi vê jî nesekinî di 5ê îlona 1974an de kampanyayek kir ser rebayan bi fermandeyê Mlazim Şivan, ji aliyê batalyona Zozik û batalyonek a hêza Deşta Hewlêr û batalyonek din bi fermandeyê Silêman Sindî, di wê rojê de ku xwestin êrîşê dest pê bikin destpêkê dest bi vekirina rêçeyekê kirin di cihên mînrijandî yên derdora rebayan, lê di dema ku mijûlî vekirina rêçeyê bûn Pêşmergeyek rastî mînê hat, bi vê yekê serbazên Artêşa Îraqê hişyar bûn, hêza Pêşmerge dan ber rijandina gulleyên hemû cure çekan, di encamê de du Pêşmerge şehîd bûn û 11ên din jî birîndar bûn lewma êrîş serkeftî nebû.

Hikûmeta Îraqê bereya şer bi cureyekê fireh kiribû di wê heyamê de ev êrîş hevdem bûn ligel êrîşên ser Dola Rewandiz û çiyayê Korêk û Gorêz û Deşta Diyana, diyar e ev jî planeke danîşra ya rejîma Beas bû bo ku hêza Pêşmerge bi ser bereyên şer de dabeş bibe û warê wê yekê nebe bi hawara bereyên din ên şer ve biçin.    

Piştî ku werzê sermayê nêzîk bû Artêşa Îraqê ket rewşa berevanî û qayîmkirina xalên leşkerî, komek çekên giran û kincên zivistanê gihîştê bo bihêzkirina berevaniyê, temamiya şiyana leşkerî xiste kar bo ku hemû wan navçeyên dagir kirine ji destê wan neçe, rebaye û serbazgehên xwe qayîm kirin bi telbend û mînrijandina derdora wan, bi taybetî yek ji bilindtirîn lûtkeyên çiyê ku Artêşa Îraqê wek (mersed) bi kar dianî, şayanê behsê ye Artêşa Îraqê heta neskoya Şoreşa Eylûlê nekarî êdî pêşrewiyê bike, belkî gelek caran ji aliyê hêza Pêşmerge ve êrîşî dihat kirin û gelek caran jî topbaran dihatin kirin.                   

Çavkanî:

1- Sengêr Îbrahîm Xoşnaw, Rûdawên leşkerî yên Şoreşa Eylûlê 1970-1975, çapa yekem, Hewlêr, 2022.

2- Karwan Cewher Mihemed, Îdrîs Barzanî 1944- 1987 jiyan û rola siyasî û leşkerî di bizava rizgarîxwaza Kurd de, çapxaneya Hêvî, Hewlêr, 2019.

3- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga sêyem, beşa duyem, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, çapa yekem – Hewlêr, 2004.

4- Mlazim Xidir Ebdullah Debax, Bîranînên min û topxaneya Şoreşa Eylûla Mezin çapxaneya rewşenbîrî, çapa sêyem, Hewlêr – 2020. 

5- Îbrahîm Celal, Başûrê Kurdistanê û Şoreşa Eylûlê, avakirin û hilweşandin, 1961-1975. çapa çarem, 2021.