Aşkere ye siyaseta dijminane ya hikûmeta Îraqê hember bi Kurdistanê di reftara hêzên serbazî û çekdarên bekrêgirtî reng dabû ku berdewam helmeta serbazî encam dida bo qirkirina Kurd û wêrankirin û şewitandina gundên Kurdistanê([1]) belê hemû carê helmetên serbazî ji aliyê hêza Pêşmerge ve perçerç dihatin dan, her bi wê hoyê çalakiyên Pêşmerge li devera Badînan di sala 1987ê de pê lê kiribû qonaxeke fireh, hikûmet bi awayekê herasan kiribû ku berdewam di sengerê şer û pêkdadanê de bin li gel Pêşmerge de, berbanga 5ê gulana 1987ê hêzekî Pêşmerge ku pêkhatibûn ji Pêşmergeyên lijneya navçeya Amêdiyê û sê rêkxistiyên ser bi lijneya navçeya Gulanê û du rêkxistiyên ser bi lqa yek û hêzekî millî bi fermandeyiya d. Roj Nûrî Şawês û eqîd Elî û Seyîd Salih, êrîşeke mezin û berfireh kirin ser baregeha fewcê Xefîfeyê (111) ku musteşarê wê Şêx Nûrî Berzincî bû, li nahiya Dêrelokê ser bi qezaya Amêdiyê([2]), piştî şerekî tund û sextê xwênawî baregeha fewc û (81) sengerên derûberê fewc û navçeyê ji aliyê hêza Pêşmerge ve dest bi ser de hatin girtin([3]).

      Di wê çalakiyê de Pêşmerge hêzên hikûmetê ziyanên zêde yên giyanî gihîştê ku pêkhatibû ji (38) kuştî û zêdetir ji (40) dîlên destgîrkirî ketin ber destê Pêşmerge, di nav dîlan de mulazimê yekem Ebdulhemîd Xetab Ebdulla fermandeyê fewc û sê serbaz û yek cîgirê efser (naîb zabit) û sî çekdarên bekrêgirtî (caş) hebûn, (16) çekdarên dî yên bekrêgirtî jî xwe radestî hêza Pêşmerge kirin, wîrayî ewê jî ziyanên madî yên hêzên hikûmetê pêkhatibûn ji şewitandina zirîpoşekê û (9) otomobîlên serbazî û (200) parçeyên çekên corê kalaşînkof û selîb û (R. P. G) û yek hawenê 82 mlim û yek 5.14 mlim û girnofek û (14) dezgehên bêtêl û hejmareke zêde ya fîşek û gulleyên top û gulleyên (R. P. G) bûn destkewtên Pêşmerge([4]).

      Piştî dawî hatina êrîşa Pêşmerge di saet yekê piştî nîvroya heman rojê firokeyên şerker ên Îraqê navçeyê û binke û baregehên Pêşmergeyên wan bordûman kirin, di dema bordûmana firokeya Îraqê hêza bergiriya asmanî ya Pêşmerge karîn bi moşekê san heft firokeyeke corê helîkopter bixin xwarê, heft serbazên nav firokeyê ketin destê hêzên Pêşmerge, yek ji wan eqîdê firokevanî bû bi navê Hemîd Seîd û mulazimê yekemê firokevan Nizar Ednan, ewê jî rol û karîgeriya zêde hebû li ser bilind bûna wereya Pêşmerge li bereyên şer, di wê êrîşê de ziyana Pêşmerge pêkhatibû ji şehîd bûna Pêşmergeyekê û birîndar bûna (3) Pêşmergeyên din.

      Şayanê bas e her di wê êrîşê de ji aliyê Topxaneya Şoreşê ve binke û serbazgeh û baregehên artêş û hêzên hikûmetê topbaran kirin, wek amajeyê bo kirî rojê piştî êrîşa Pêşmerge bo ser hêzên Îraqê wate 6ê gulana 1987ê serok Mesûd Barzanî rêberê şoreşê li ser çiyayê Garê bi amîrê bêtêl peywendî bi berpirsên Pêşmergeyên kir bi mebesta destxweşî kirin li hêza Pêşmerge bo wê serkeftina ku di wê êrîşê de tomar kirin([5]).      

Çavkanî:
  1. Mesûd Barzanî: Barzanî û Bizûtneweyê Rizgarixwazî Kurd, bergê çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşê duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021.
  2. Şîmal Zêbarî: Hendek rastiyên veşartî di Şoreşa Gulanê da, çapa yekem, çapxaneya Rojhilat, Hewlêr – 2015.
  3. Dêrelok https://fa.wikipedia.org/wiki/%D

[2] - Dêrelok https://fa.wikipedia.org/wiki/%D

[3] - Mesûd Barzanî: Barzanî û Bizûtneweyê Rizgarixwazî Kurd, bergê çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşê duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021, l76.  

[4] - Mesûd Barzanî: Heman çavkanî, l77.

[5] - Mesûd Barzanî: Heman çavkanî, l77.