Civîna Şawane ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Civîna Şawane – destpêka tîrmeha 1979) piştî koça dawî ya serok Mistefa Barzanî bi mebesta rêkxistina karûbarên partî û amadekarîya Kongreya Nehem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê li gundê Şawane yê Rojhilatê Kurdistanê hate encamdan.

Hoker û encamdana civînê

Di 11ê sibata 1979an de, piştî raperîna gelên Îranê, rejîma paşayetî li wî welatî de rûxiya û Komara Îslamî şûna wê girt, serkirdatiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, karî peywendiyeke baş li gel desthilata nû ya Îranê çêbike, bi wê pîvanê ku hejmareke zêde ya awareyên Başûrê Kurdistanê, ji sala 1974an ve li wî welatî bûn, di bûyerên herî karîger û diltezînên din ên destpêka sala 1979an koça dawî ya serok Mistefa Barzanî bû, serok Barzanî di 1ê adara 1979an de piştî çar sal awareyî, li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê koça dawî kir û di 4ê nîsana heman salê de rûfatê wî vegerandin Îranê û li şarokeya Şinoyê ya Rojhilatê Kurdistanê hat veşartin.

Ew barûdoxa ku guhertinên navçeyî bi giştî û koça dawî ya serok Mistefa Barzanî bi ser rêkxistinên partiyê de anîbû, pêwîstî bi wê dikir civîneke fireh û bi lez bê girêdan, her bi vê mebestê serkirdatiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, di destpêka meha tîrmeha sala 1979an de, li gundê Şawane li bakurê şarokeya Şino li Rojhilatê Kurdistanê, civîneke fireh rêkxist, di civînê de çend biryarên girîng hatin dan, ku girîngtirîn wan pêk dihat ji hilbijartina Mesûd Barzanî bi serokê demkî yê Partiya Dêmokrata Kurdistanê, heta girêdana Kongreya Nehem û hilbijartina Samî Ebdulrehman bi sekreterê giştî yê partî, herwiha hewldan bo asayîkirina peywendiyan li gel Partiya Dêmokrata Kurdistana Îranê û parastina peywendiyan li gel Komara Îslamî ya Îranê li dijî rejîma Îraqê, bi mercê partî amade nebe destê xwe bixe karûbarên navxweyî yên Kurdistana Îranê, di civînê de Mesûd Barzanî daxwaz kir lez bê kirin di girêdana Kongreya Nehem heta havîn yan payîza sala 1979an, lê Samî Ebdulrehman û grûpeke din pê wan wisa bû divê kongre bo bihara sala 1980an bê paşxistin, heta bernameya nû ya partî bi temamî li nav aware û rêkxistinên partî li Îranê cihê xwe digire, ew bû di dawiyê de biryar hat dan kongre di wê dema diyarkirî de bê girêdan, ya ku Mesûd Barzanî pêşniyar kiribû.

Encama karê civînê, lijneyeke amadekarî bo girêdana Kongreya Nehem a partî hat destnîşankirin ku pêk dihatin ji:

  1. Elî Ebdullah
  2. Îdrîs Barzanî
  3. Mihemed Mela Qadir
  4. Reşîd Sindî
  5. Arif Teyfûr
  6. Kerîm Şingalî 
  7.  Worya Saetî
Serçave:
  1.  Muhsîn Dizeyî, Wêstgeyên jiyanm, beşê sêyem û dawî, (Hewlêr - Çapxaneya Mukriyanî - 2015).
  2.  Rojnameya Keyhan, hejmar 10751, Tehran, 16 Tîrmeh 1358 H.Ş - 7 Tîrmeh 1979m.
  3.  Rojnameya Bamdad, hejmar 53, Tehran, 17 Tîrmeh 1358 H.Ş - 8 Tîrmeh 1979m.
  4.  Samî Ebdulrehman, El-Hizb El-Şe'b El-Dîmuqratî El-Kurdistanî: El-Bedîl El-Sewrî fî El-Hereke El-Tehrîriye El-Kurdîye, El-Teqrîr El-Siyasî lîl-Mu'temer El-Te'sîsî lî-Hizb El-Şe'b El-Dîmuqratî El-Kurdistanî, 26 - 30 Tîrmeh 1981m, (bê cih - bê sal).
  5.  Mihemed Mela Qadir, Xebatname, Kurte mêjûyê partî û Barzanî nemir, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Aras - 2012).