Paul Maubec (Paul Maubec), nasraw bi Chris Kutschera (Chris Kutschera), rojnamevan û lêkolînerê Fransî di 13ê gulana 1938an de li bajarê Normandî (Normaundie) herêma Nîustriya ya welatê Fransayê ji dayik bûye, qonaxên xwendinê li heman bajarî temam kirine, paşê di koleja pizîşkî de hatiye wergirtin, lê xwendina xwe di koleja pizîşkî de temam nekiriye û çûye zanîngeha Sorbonne li Parîsa paytexta Fransayê û beşa zanistên sîyasî li wê zanîngehê temam kiriye. Li gel Edith Maubec jiyana hevjîniyê pêk aniye. Li New York û Meksîk û Guatemala jiyaye. Di 31ê tîrmeha 2017an de koça dawî kiriye.
Ji sala 1966an ve karê rojnamevanî dike, li gel Madam Kutschera ya hevjîna xwe dezgeha serbixwe ya ( Free lance Free lance) bo karê rojnamevanî li Parîsa paytexta Fransayê damezrandiye, şarezayiyeke baş di Rojhilata Navîn û bi taybetî pirsa Kurd de hebû, di destpêka karê xwe de heta sala 1971an zêdetir ji 130 raportaj li ser pirsa Kurd di rojname û govarên Fransî û navneteweyî de belav kirine, li gel her yek ji serkirdeyên Kurd wek: Mela Mistefa Barzanî، Mesûd Barzanî، Nêçîrvan Barzanî, Dara Tofîq, Celal Talebanî û Hoşyar Zêbarî û Berhem Salih hevpeyvîna rojnamevanî encam daye.
Chris Kutschera, çendîn caran serdana Kurdistanê kiriye û ji nêzîk ve lêkolîn li ser jiyan û serpêhatiyên neteweya Kurd kiriye, di serdema desthilatdariya Sedam Huseyn de êş û azarên neteweya Kurd bi guhê raya giştî ya cîhanê gihandiye.
Chris Kutschera, di rojên 11- 18ê kanûna yekem a 2010an de wek mêvan beşdarî Kongreya 13an a Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye, bi sedema wan xizmetên pêşkêşî Kurd û Kurdistanê kiriye, ji aliyê serok Mesûd Barzanî Mîdalyaya Barzanî pê hatiye bexşîn.
Berhemên wî:
1- Bizûtneweya neteweyî ya Kurd 1979
2- Xebatxwazê Kurd yan xewna şêtane ya serxwebûnê 1997
3- Kurdistan rêberê edebî 1998
4- Mêjûya Kurdistanê 2001
5- Rewşa Sedam Huseyn 2005
6- Karwanê dirêj ê Kurdan 2014
Serçave:1- Arşîfa Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





