Endazyar û siyasetmedar Brûsk Nûrî Sediq Elî, bi navê Brûsk Şawês tê naskirin, di sala 1979an de tevlî refên Hêzên Pêşmerge yên Serkirdatiya Demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, di Kongreya 11an 1993 û Kongreya Duwazdehêm 1999an de wek endamê Komîteya Navendî ya Partî hatiye hilbijartin, sala 2003an hatiye kirin cîgirê fermandariya Leşkerê Kurdistan (Felek) û heman salê endamê lijneya hemahengiyê ligel Hêzên Hevpeyman di operasyona azadiya Îraqê de bûye, sala 2003an û piştî azadiya Îraqê emîndarê giştî yê Wezareta Berevaniyê ya Komara Îraqê bûye.

Jînenîgarî

Brûsk Nûrî Sediq Elî sala 1955an li bajarê Bexda ji dayik bûye û kurê endazyar Nûrî Şawês (1922-1983) yê endamê Komîteya Navendî û Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û mamosta Nahîde Selam Ehmed (1922-2006)yê bi navê Nahîde Şêx Selamî tê naskirin, endama Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ye.

Bakaloryosa beşa fîzîkê ji Zanîngeha Silêmaniyê wergirtiye, mastera xwe di endazyariya amûrên pizîşkî de li Almanyayê bi dest xistiye, sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê wek penaber berê xwe daye welatê Îranê û sala 1976an berê xwe daye welatê Almanyayê. Şarezayê zimanên kurdî, erebî, almanî û îngilîzî ye.

Xebatname

Brûsk Nûrî Şawês sala 1968an tevlî refên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê bûye û sala 1974an piştî çêbûna aloziyan di navbera Partiya Dêmokrata Kurdistanê û partiya Be'is li ser yasaya xweseriya Kurdistanê, tevlî refên Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê bûye û di xula topavêjiyê de perwerde dîtine, salek şûnde û piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê wek penaber berê xwe daye welatê Îranê, sala 1979an careke din tevlî refên Hêzên Pêşmerge yên Serkirdatiya Demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, heman salê û di Kongreya 9 de ji Partiya Dêmokrata Kurdistanê veqetiyaye.

Sala 1993an piştî vegerê bo nav refên Partî, di Kongreya 11an de wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû hatiye hilbijartin û piştre hatiye kirin berpirsê lijneya Liqa Çar a Partî li bajarê Silêmaniyê û sala 1999an di Kongreya Duwazdehêm de wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.

Sala 2003an hatiye kirin cîgirê fermandariya Leşkerê Kurdistan (Felek) û heman salê bûye endamê lijneya hemahengiyê ligel Hêzên Hevpeyman di operasyona azadiya Îraqê de û piştî rûxana rejîma Sedam Huseyn (1937-2006) wek emîndarê giştî yê Wezareta Berevaniyê ya Komara Îraqê hatiye destnîşankirin.

Ji berhemên wî:

  1. Kurd û Îslam - 2002.
Çavkanî:
  1. Brûsk Nûrî Şawês, Ra'y labud en yuqal hewl sewret Eylûl el-ezîme, Cerîdet Xebat, lisan hal el-hizb el-dîmuqratî el-kurdîstanî - el-mûwehhed, el-eded 941, Erbîl, el-cûm'e, 10 Ab 1999.

  2. Hebîb Mihemed Kerîm, Te'rîx el-hizb el-dîmuqratî el-kurdîstanî - el-Îraq (fî mehêttat re'îsîye) 1946-1993, (Dihok - Metbe'et Xebat - 1998).
  3. Rêkar Ehmed, Yekgirtin û hilweşandin, (Hewlêr - Çapxaneya Behest - 2016).
  4. Şeban Elî Şeban, Hinek Zanîyari Siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013).
  5. Zahir Elî Ehmed Kuwêyî, Mesîret el-ceyş el-Îraqî mûnz el-te'sîs we dewr el-dûbêtt el-kurd fî te'sîsîh, (Erbîl - Metbe'et Rojhilat - 2018).
  6. Karwan Mehwî, Kongreyên partiya me Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Govara Şirove, Mekteba Navendî ya Dîrasat û Lêkolînan, hejmar 14, Hewlêr, Çapxaneya Hacî Haşim, payîza 2010.
  7. Mihemed Mela Qadir, Xebatname kurte dîroka Partî û çanda Barzanîyê nemir, çapa duyem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - 2007).