Jînenîgarî

Ji dayik bûye Bedro Leşkerî Husên sala 1930 li gundê Bêstêrê yê ser bi nahiyeya Kêrtê ya qezaya Mêrgesorê li parêzgeha Hewlêrê, bi (Kurdistan Mihemed Halî) re zewiciye û çar kur û keçek bi navên (Serkewt, Metîn, Helkewt, Rêkewt, Ayşe) anîne dinê. Li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û bawernameya bekaloryos di beşa çandiniyê de wergirtiye, sala 1975 penaberî Îranê bûye û sala 1995 vegeriyaye Kurdistanê.

Rûpelên têkoşînê

Sala 1943 tevlî refên Şoreşa duyema Barzan bûye, di 6ê Mijdara 1943 de beşdarî girtina navenda polîsên Kêrtê bûye, di 5ê Eylûla 1945 de beşdarî girtina navenda polîsên Meydan Mûrîk bûye, di 19ê Tebaxa 1945 de bi biryara Dadgeha Serbazî ya Iraqê ji ber beşdariya wî di Şoreşa Eylûlê ya duyem, hemû milkên wî yên veguhêz û neveguhêz hatine desteserkirin. 

Piştî 11ê Çiriya Pêşîn a 1945 û piştî şikestina Şoreşa Eylûlê ya duyem berê xwe daye Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê Adara 1946 de li gel birayên xwe Ehmed Leşkerî û Şerîf Leşkerî di hêza Barzan a ser bi Komara Kurdistanê de xizmeta Pêşmergetiyê kirine, û di nava hêza Salih Mistefa de li eniya Seqizê ya Komara Kurdistanê bûne.  

Di dîroka 29ê Nîsana 1946 de beşdarî şerê Qerewa yê li devera Seqizê bûye, di 3ê Gulana 1946 de beşdarî şerê Melqernî bûye, piştî hilweşîna Komara Kurdistanê di 3ê Adara 1947 de beşdarî şerê Nelos bûye, û di 19ê Adara 1947 de beşdarî şerên Neqede û Şino yên li Rojhilatê Kurdistanê bûye.

Piştî hilweşîna Komara Kurdistanê û vegera Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê, beşdarî şerên Neqede û Şino yên li Rojhilatê Kurdistanê bûye, û di nava wan Pêşmergeyan de bûye ku di 19/4/1947 de bi rêya (Xwakurk û Deşta Berazgir) bi ser axa Bakurê Kurdistanê de vegeriyane deverên Şîrwan û Mezûrî. 

Piştî vegera wan, General Mistefa Barzanî di 15/5/1947 de li gundê Arkûşê civînek bi hevsengerên xwe re saz kir û ew li ser mayîn an çûna bo Yekîtiya Sovyetê azad kirin. Li wir hemû hevsengerên wî biryar dan ku berdewam bikin û berê xwe bidin Yekîtiya Sovyetê, di 23ê Gulana 1947 de hevrêtiya General Mistefa Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê kir, beşdarî şerên Wadiya Qetûr û Pira Makû bûye. Piştî westiyayîbûneke mezin, di 18ê Hezîrana 1947 de derbasî çemê Aras bûye bo Yekîtiya Sovyetê, ku li ser sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê de ye.

Di 19ê Hezîrana 1947 de, ew û hemû hevsengerên wî li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan di komelgeheke vekirî de ku bi têlên dirî dorpêçkirî bû û leşkeran ew diparastin, hatin girtin, ji aliyê xwarin, cil û berg û veguhastinê ve wek dîlên şer bi wan re hat kirin, û bi biryara hikûmeta Sovyetê paşê li ser deverên Axdam, Lacîn, Eywilah û Kelbecer ên Komara Azerbaycanê hatin belavkirin. Di 10ê Kanûna Pêşîn a 1947 de bo kampeke li ser Deryaya Xezerê li paytexta Komara Azerbaycanê Bakû hatin veguhastin, di 23ê Kanûna Pêşîn a 1947 de cilên serbazî wergirtin, û rojane heşt saetan bi çavdêriya efserên Komara Azerbaycanê perwerdeya serbazî didîtin, di heman demê de, ji aliyê hin hevsengerên xwe yên xwendewar ve rojane çar saetan dersên fêrbûna zimanê Kurdî didîtin.

Piştî reftarên xerab ên Cefer Baqirov li hember hevsengerên wî, Barzanî biryar da ku koma xwe ya serbazî di 29ê Tebaxa 1948 de ji Azerbaycanê veguhêze komelgeha Cercoq a nêzîkî paytexta Ozbekistanê Taşkentê, li wir perwerdeya xwe ya serbazî berdewam kirin.

Di Adara 1949 de, ew û hevsengerên wî bi şêweyê komên cuda bi trênê li ser gundên hevkariyê yên Yekîtiya Sovyetê hatin belavkirin û di zeviyên Kolxozan de (ew erdê ku xelkê ji hikûmetê kirê dikir û paşê para hikûmetê jê didan) kar kirin.

Piştî hewldanên mezin û şandina çend nameyan ji aliyê General Barzanî bo Stalîn, Stalîn di dawiyê de nameyek wergirt ku tê de Barzanî behsa azarên hevsengerên xwe dikir, û tavilê biryar da ku komîsyonek bo lêkolîna rewşa hevsengerên Barzanî pêk bîne, biryara komîsyonê di dawiyê de ew bû ku ew li bajarê Fêrîvskî bên komkirin, lewma di Çiriya Paşîn a 1951 de berê xwe da bajarê Fêrîvskî yê Sovyetê.

Di 16ê Nîsana 1959 de li gel hevsengerên xwe bi keştiya Kroziya bi rêya bendera Besrayê ya başûrê Komara Iraqê vegeriyan Kurdistanê.

Sala 1963 beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û xwediyê mansibê (Serpel - fermandarê feyleqê) bûye, beşdarî şerên Çiyayê Bêrs û Serê Akrê bûye, li gel Mela Mistefa Barzanî berê xwe daye devera Soran, û heta sala 1975 di feyleqa birayê xwe Şerîf Leşkerî de maye.

Sala 1975 piştî şikestina Eylûlê penaberî Îranê bûye, destpêkê li komelgeha Zêwe niştecî bûye, paşê bo Îsfehanê û dûre bo Tebrîzê hatiye veguhastin, sala 1980 beşdarî Şoreşa Gulanê bûye, û yek ji Pêşmergeyên ofîsa Serok Mesûd Barzanî bûye. 

Sala 1995 vegeriyaye Başûrê Kurdistanê, di 11ê Kanûna Pêşîn a 2010 de di dema Kongreya Sêzdahêm a Partiya Demokrat a Kurdistanê de, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve nîşana Barzanî jê re hatiye dayîn, wek rêzgirtinek bo têkoşîn û qurbanîdana wî di Şoreşa duyema Barzan de, û di Komara Kurdistanê de, herwiha beşdariya wî di şoreşên Eylûlê û Gulanê û hevrêtiya wî bo General Mistefa Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê. 

Çavkanî:
  1. Hamîd Gewherî, Mîdalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzgirtinê, berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015).
  2. Hemîd Gerdî, Puxteya Mêjûnameyê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha çap û belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004).
  3. Heyder Farûq El-Samirraî, Ziya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Iraqê, (Londûn – Darulhikme - 2016).
  4. Bedro Leşkerî Husên, Forma hevalên Barzanî (Baregeha Barzanî – Komîsyona navçeya Barzan).
  5. Nivîsa biryara komîsyona lêborîna giştî bo vegerandina rûmetê bo şehîdên Şoreşa Barzan, kovara Rizgarî, hejmar 3,2, Çapxaneya Rabite, Bexda, 1ê Nîsana 1959.