Amîne Xalid Emîn Mamend, di sala 1957an de li bajarê Qeladizê yê parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, zewicî bûye û xwediyê du kur û du keçan bûye, di sala 1975an de piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyî welatê Îranê bûye û li kampa Serawgermê niştecî bûye, paşê ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatiye veguhastin bo bajarê Kerecê, di sala 1976an de wek penaberê siyasî çûye welatê Almanya û ji wir jî çûye welatê Amerîka û li wir niştecî bûye. 

Di sala 1964an de tevlî rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, bûye berpirsiyara lîjneya navçeya Pêncwênê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Di sala 1976an de piştî gihîştina wan bo Amerîkayê, hewl dane organên Partiyê li bajarê San Diego yê Amerîkayê çalak bikin. 

Di sala 1977an de bi amadebûna Serok Mistefa Barzanî yê nemir û Serok Mesûd Barzanî beşdarî konferansekê bûye ji bo endamên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li wîlayeta Virginia li navçeya Washington DC, endama desteya nivîskarên kovara Zagrosê bûye li Amerîkayê. Di sala 1992an de bûye endama lîjneya navçeya Partiyê li Washingtonê, di sala 1998an de bûye berpirsiyara lîjneya rêxistina Washingtonê. 

Di 13ê çiriya pêşîna 1999an de di Kongreya 12an a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, ji ber wan xizmetên ku pêşkêş kirine, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve Medalya Barzanî jê re hatiye bexşîn.

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.