Şeker Dawid Ebdî, sala 1920an li gundê Ergoşê ser bi nahiya Şêrwan Mezin a qezaya Mêrgesorê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, berî çûna bo Yekîtiya Sovyetê jiyana hevjînî ligel Surm Mistefa Mihemed pêk anîbû û xwediyê du kuran bûn, li Yekîtiya Sovyetê jî ligel xatû Bedriya careke din jiyana hevjînî pêk tîne, xwediyê sê zarokan bûn, zimanên erebî û rûsî zanîbû, sala 1957an li gundê Qereteterya Yekîtiya Sovyetê koça dawî kiriye û li wir bi xak hatiye spartin.
XebatnameSala 1943an polîs bûye, di dema hilgirsiya Şoreşa Duyemîn a Barzan alîkariya Pêşmergeyan kiriye bo girtina bingehên polîsan, heman sal peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye, di yek ji şeran da dijî Artêşa Iraqê birîndar bûye, di 19ê Tebaxa 1945an bi fermana dadgeha urfî ya serbazî ya Iraqê dest bi ser gişt milk û malên veguhêz û neveguhêzên wî da tê girtin.
Di 11ê Çiriya Pêşîn a 1945an piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan rûyê xwe li Rojhilatê Kurdistanê kiriye, di 31ê Adara 1946an li hêza Barzanî ya ser bi artêşa Komara Dêmokrat a Kurdistanê li Mehabadê bûye Pêşmerge.
Di 19ê Nîsana 1947an di rêya Xwakurk û deşta Berazgirê ve bi xaka Bakurê Kurdistanê bo devera Şêrwan û Mizûrî vegeriyaye, piştî vegeriyana wan, jenerał Mistefa Barzanî di 15ê Gulanê 1947an li gundê Ergoşê civînekê bi hevalan dike û serpişkiyan dike di manê da, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalan biryara berdewamdan û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê Gulanê 1947an yaweriya jenerał Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qetur û şerê Pirdê Makoyê da beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zor, di 18ê Hezîranê 1947an li rûbarê Arasê ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê Hezîranê 1947an ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê ya Komara Azerbaycanê bo maweyê çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û di rûyê xwarin û cilûberg û hatûçoyê da wek dîlê şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê Kanûna Yekem a 1947an hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezerê li Bakoyê paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê da cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî dane wan. Di heman demê da rojane bo maweyê çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê kurdî dane wan.
Piştî muameleya xirab a Cefer Baqirov ligel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê Tebaxa 1948an li Komara Azerbaycanê ve bê veguhastin bo komelgeha Çirçûkê li nêzîk Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî da berdewam dibin.
Di Adara 1949an ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê da hatine dabeşkirin û li kîlgeha kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zor û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerał Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê da Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbecê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li barûdoxê hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrîvîskî kom bikin, lewma navbirî di meha Çiriya Paşîn a 1951ê diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.
Çavkanî:
1-Şeban Elî Şeban, Hendêk zanîyarîy sîyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
2-Umer Farûqî, Serdar Dana zindegî û mubarizat merhûm Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
3-Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîretî Barzan le nêwan 1931 - 1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî – 2001z).
4-Karwan Mihemed Mecîd, Barzanîyekan le Mehabadewe bo Sovêt, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
5-Le bîrdashtî fermandey şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj legel Barzanî da çûnî Barzanîyekan bo Yekêtî Sovêt, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
6-Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd 1931 - 1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
7-Necefqulî Pisyan, Le Mehabadî xwênawîyewe heta lîwarekanî Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yobîlî zêrrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).
8-Arşîvî desteyê Ensîklopîdiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





