Jîyanname

Îsa Siwar Îsa, sala 1926 li gundê Sîlkê yê nahyeya Şêrwan Mezin a qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, sala 1945 piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan awareyê Rojhilatê Kurdistanê bûye, roja 20ê adara 1975an Îsa Siwar ligel du Pêşmergeyên din bi destê xiyanetkaran tê şehîdkirin.   

Xebatname

Sala 1943an peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943-1945) kiriye, li çiyayê Bradost di sengerê bergirîkirinê de dibe dijî Artêşa Iraqê, di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan rû kiriye Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di hêza Barzanî ya ser bi artêşa Komara Demokratîk a Kurdistanê li bajarê Mehabadê bûye Pêşmerge, di şerên bereya Neqede û Şino ya Komara Demokratîk a Kurdistanê de beşdarî kiriye, di şerê Qelatan de birîndar bûye. 

Piştî nesko ya Komara Demokratîk a Kurdistanê, ji wan Pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya Xwakurk û deşta Bazargirê bi xaka Bakurê Kurdistanê li gundê Xwakurk bo gundê Ergoş û devera Herkîyên binecî vegeriyaye.

Piştî vegera wan, jeneral Mistefa Barzanî di 15ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtîya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtîya Sovyetê didin, 

di 22ê gulana 1947an de yaweriya jeneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtîya Sovyetê û di şerê Geliyê Kotol (Qotur) û şerê pira Mako de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtîya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtîya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewanî li wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer a Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23yê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serpereştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê were veguhastin bo komelgeha Çirçûk li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin. 

Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên herewezî yên Yekîtîya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li kîlgeha kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin. 

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbêcî biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrivîskî kom bikin, lewma Îsa Siwar di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.

Sala 1958an Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Îsa Siwar di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.

Sala 1959an bi sedema encamdana çalakiyeke şoreşgerî li bajarê Mûsilê, Îsa Siwar tê girtin û dişînin bajarê Silêmaniyê û li wir jî vediguhêzin bajarê Kerkûk û Baqûbeyê û ew jî pir çavnetirsane bi şêweyeke efsanewî bi hevkariya rêkxistinên Partî, xwe ji destê hêzên emniyên Îraqê rizgar dike û vedigere Barzan.

Sala 1961ê piştî berpakirina Şoreşa Eylûlê, Îsa Siwar çekê Pêşmergatiyê dike ser milê xwe û beşdarî di şoreşê de dike û hevaltiya Barzanî yê nemir dike li devera Badînan.

Sala 1962an bi fermana Barzanî yê nemir, Îsa Siwar fermandeyiya sînorê Zaxo jê re tê spartin, beşdarî dehan dastanên mezin dibe wek dastana Eyn Zale û Geliyê Spî û Serê Asê û Baniya Nêrgizî û Dêrebûnê û Pêşxabûrê û Kanî Masê û Xeraba û Avgeniyê û Çiyayê Metîn, dijmin bi temamî li wî sînorî têk dibin, lewma bi dirêjahiya Şoreşa Eylûlê Îsa Siwar her bi fermandeyiya wî sînorî dimîne heta nesko ya sala 1975an. Roja 20ê adara 1975an Îsa Siwar ligel du Pêşmergeyên din bi destê xiyanetkaran tê şehîdkirin.   

Serçave:

1- Hamid Gewherî, Mîdalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).

2- Hemîd Gerdî, Puxteya Mêjûnameyê, çapa yekem, (Hewlêr- Dezgeha Çap û Belavkirina Aras- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2004z).

3- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyari siyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhilat- 2013z).

4- Umer Farûqî, Serdar Dana Jîyan û Têkoşînên Merhûm Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2002z).

5- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931- 1991, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê- 2001z).

6- Ebdulla Xefûr, Ferhenga Cografiyaya Hewlêrê, (Hewlêr- Belavkiriyên Akademiya Kurdî- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).

7- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî- Çapxaneya Peywend- 2011z).

8- Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtîya Sovyetê, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Rewşenbîriyê- 1997z).

9- Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda- Dar El-Reşîd bo Weşanê- 1979m).

10- Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarixwazî ya Kurd 1931- 1958, (Duhok- Çapxaneya Xebat- 1998z). 

11- Necef Qulî Pesyan, ji Mehabada xwînawî heta beravên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam- Jubîlya zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê- 1996z).

12- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.