Şeva 11 li ser 12ê çiriya paşîn a 1986 Artêşa Îraqê êrîş û pelamarên xwe ber bi navçeyên derdora Zaxo dest pê kir bi piştgiriya topxane û balafirên şer ku baregeha lijneya navçeya Zaxo ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê lê bû, helmeta serbazî ya artêş û hêzên çekdarên hikûmetê bilindahiyên Dillaî girtin, bi wê hoyê peywendiya lijneya navçeya Zaxo û hêza Pêşmerge ya wê navçeyê bi navçeyên din re qut bû, ji bo gihandina nûçeya wê êrîşa hikûmetê lijneya navçeya Dihokê peywendî bi serkirdayetiya şoreşê girt ku şerekî giran li sînorê her du navçeyên Dihok û Zaxo heye, balafirên şer bi çirî sengerên Pêşmergeyan bordûman dikirin, bi hoya wê bordûmana balafirê li gundê Kanî Pung kesekî bi temen bi navê Hacî Nebî Şehîd bû li gel birîndarbûna çar jin û zarokan, herwiha li gundê Zêweyê nêzîk baregeha liqa yek a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bordûmana balafirê berdewam bû, her li wir jî mêrekî din ê bi temen Şehîd bû([1]).
Diyar e mebesta hikûmeta Îraqê di êrîş û pelamarên ser baregeh û sengerên Pêşmerge li devera Badînan, tepeserkirina deng û rengê şoreşê bû li hember wan çalakî û êrîşên ku berdewam li navçeyên cuda bi şêweyê partîzanî rûbirûyê hêzên hikûmetê dibûn, di lêdana rebaye û binke û baregehên serbazî û danîna kemînan li rêyan, bê guman ev jî ziyana giyanî û madî ya zêde li pey xwe anî ji bo hêzên serbazî yên Îraqê li aliyekî, li aliyekî din jî hikûmet xistibû rewşeke metirsîdar ku berdewam asûdeyî bi xwe ve nebîne([2]). Çunke liq û lijneya navçe û rêkxistin û hêza Pêşmerge bi ser navçeyan de bi cureyekî dabeş bibûn her yekê li cih û sînorê desthilata xwe çalakî nîşan didan([3]).
Êrîş û pelamarên artêş û hêzên çekdarên hikûmetê bo ser baregeh û sengerên Pêşmerge berdewamiya xwe hebû ji bo maweya çend rojan li sînorê her du navçeyên Dihok û Zaxo, di 13ê çiriya pêşîn a 1986 navçeya Dihokê bi serkirdayetiya şoreşê re ragihand ku zext û pelamarên çir û pirên hikûmetê gihîştiye ser navçeya Zaxo û destê xwe daniye ser baregeha navçeyê û balafir jî di bordûmana deverê de berdewam in, şayanê bas e bergiriya hêza Pêşmerge û sengergirtin li beramber hêzên hikûmetê bi taybetî çekdarên bi kirêgirtî (caş) wisa kir ku saet çara êvarê ya 14ê çiriya pêşîn a 1986 şikest bi pêşrewî û pelamarên wan bê([4]).
Ew êrîş û pelamarên artêş û hêzên çekdarên Îraqê bo ser navçeyên şoreşê derxera wê rastiyê ne ku hikûmet herdem di hewla wê de bû ku hêz û desthilata xwe bigihîne temamiya navçeyên Kurdistanê, şoreşê li temamiya deveran bê deng bike û çalakiyên wan pûç bike.
Çavkanî:- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021.
- Şîmal Zêbarî, Hindek rastiyên veşartî di şoreşa Gulanê de, çapa yekem, çapxaneya Rojhilat, Hewlêr – 2015.
- Hacî Mîrxan Dolemerî, Geryan bi dû dadperweriyê de, berga yekem, çapa duyem, Kurdistan – 2021.
[1] - Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021, l63.
[2] - Şîmal Zêbarî, Hindek rastiyên veşartî di şoreşa Gulanê de, çapa yekem, çapxaneya Rojhilat, Hewlêr – 2015, l345.
[3] - Hacî Mîrxan Dolemerî, Geryan bi dû dadperweriyê de, berga yekem, çapa duyem, Kurdistan, 2021, l251.
[4] - Mesûd Barzanî, heman çavkanî, l 64.





