Jiyanname

Şêx Yezdîn Mihemed Nebî, sala 1925 li gundê Dawidka ya nehiya Şêrwan Mezin a qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, sala 1975 piştî neskoya Şoreşa Îlonê koçberî welatê Îranê bûye, sala 1993 vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û li qezaya Pirmamê bi cih bûye. Sala 1999 li qezaya Pirmamê koça dawî kiriye û li wir hatiye veşartin. 

Xebatname

Di 22ê gulana 1947an de hevaltiya General Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê ve û di şerê geliyê Kotol (Qotur) û şerê pira Makoyê de beşdar bûye û piştî zehmetî û ماندûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li çemê Arasê ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, derbasî aliyê Sovyetê bûye.

Piştî gihîştina wan a Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirikî dorpêçkirî bû, hatine bicihkirin û ji aliyê komek leşkeran ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek, cilûberg û hatinûçûnê ve weke dîlên şer bi wan re hatibû kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam, Laçîn, Ayolax û Kelbecerê yên li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna yekem a 1947an de bo leşkergehekê li ser Deryaya Xezerê li Bakuyê paytextê Komara Azerbaycanê hatine guhastin û di rêkefta 23ê heman mehê de cilûbergên leşkerî dane wan û bi serpereştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan perwerdeya leşkerî dane wan. Di heman demê de rojane bo maweya çar saetan ji aliyê hinek hevalên wan ên xwendewar ve dersên fêrbûna zimanê kurdî ji wan re hatine gotin.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa leşkerî di 29ê tebaxa 1948ê de ji Komara Azerbaycanê bo komelgeha Çirçûk a nêzîkî Taşkenda paytextê Komara Ozbekistanê were guhastin û li wir jî di perwerdeya leşkerî de berdewam dibin. 

Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêwazê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê distandin û dûre para hikûmetê didan) kar dikirin. 

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê General Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbicih biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina rewşa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrivîskî kom bikin, lewma navborî di meha sermaweza 1951an de diçe bajarê Vrivîskî yê Sovyetê.

Sala 1958an Komara Iraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navborî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi riya bendera Besrayê li başûrê Komara Iraqê vegeriyaye Kurdistanê.

Sala 1962an peywendiya hêza pêşmergeyên Şoreşa Îlonê kiriye, sala 1979an peywendiya hêza pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye. Sala 1999an li qezaya Pirmamê koça dawî kiriye û li wir hatiye veşartin.

Çavkanî:

1- Hamid Gewherî, Medalya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).

2- Hemîd Gerdî, Puxtê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr- Dezgeha çap û belavkirina Aras- Çapxaneya Wezareta Perwerde- 2004z).

3- Şe'ban Elî Şe'ban, Hinek zanyariyên siyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhilat- 2013z).

4- Omer Farûqî, Serdar Dana Jiyana û xebatên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Perwerde- 2002z).

5- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931- 1991î de, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî- 2001z).

6- Ebdulla Xefûr, Ferhenga erdnîgariya Hewlêrê, (Hewlêr- Belavkiriyên Akademiya Kurdî- Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).

7- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê ber bi Sovyetê ve, çapa yekem, (Silêmanî- Çapxaneya Peywend- 2011z).

8- Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesû Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Rewşenbîrî- 1997z).

9- Leys Ebdulmuhsên Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14 Tîrmeha 1958ê li Iraqê, (Bexda- Dar El-Reşîd lil-neşr- 1979m).

10- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza kurd 1931- 1958an, (Duhok- Çapxaneya Xebat- 1998z). 

11- Necef Qulî Pesyan, Ji Mehabada xwînî heta peravên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pirmam- Jubîleya Zêrîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê- 1996z).

12- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.