

Ansîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê
Loading

Encamên serxwebûna Herêma Kurdistanê li ser ewlehiya herêmî
Husên Îhsanî
Û sererastkirina destûra Encûmena Serkirdetiya Şoreşa Kurdistanê dihewîne. Beşa duyem a pirtûkê behsa şer, agirbest û peymanên şoreşê yên bi hikûmetê re dike û ji sê mijaran pêk tê: Armanca Mela Mistefa Barzanî di peymanan de, şerên berevaniyê yên beriya Peymana 11ê Adarê û Peymana 11ê Adarê ya dîrokî ya sala 1970yî. Beşa sêyem behsa avahiya leşkerî ya Şoreşa Eylûlê dike ku pênc mijaran dihewîne, di nav wan de biryara avakirina Hêzên sînor û artêşên yekem, duyem û sêyem ji sala 1970yî heta sala 1974an û artêşên Şoreşa Eylûlê yên sêyem ji sala 1974an heta sala 1975an. Beşa çarem a pirtûkê behsa paşvekişîna hikûmetê û hewldanên terorkirinê dike û neh mijarên derbarê terorê de dihewîne: Çeka dijmin li dijî serkirdetiya şoreşê, hewldana terorkirina Îdrîs Barzanî, biryara yekalîkirina pirsgirêkê, pevguhertina nameyan di navbera Mela Mistefa Barzanî û serkirdetiya Iraqê de, komploya terorkirina Mistefa Barzanî, manevrayên Partiya Beis, hewldanên hikûmetê ji bo têkbirina Peymana 11ê Adarê, hewldanên aştiyane yên serkirdetiya Kurd û avakirina saziyên îdarî û leşkerî ji bo birêvebirina karûbarên şoreşê. Beşa pêncem li ser dagîrkerî û êrîşên Artêşa Iraqê yên li ser Kurdistanê ye ku ji panzdeh mijaran pêk tê û behsa amadekariyên Artêşa Iraqê ji bo dagîrkirina Kurdistanê, prensîbên berevaniyê, şerên sînorî yên artêşê (1) li Badînanê, şerên sînorî yên artêşa duyem li Hewlêrê, şerên sînorî yên artêşa sêyem, avakirina Komîsyona plansaziya leşkerî, du nameyên Îdrîs Barzanî bo Mesûd Barzanî, ziyanên Artêşa Iraqê ji 11/3/1974an heta 11/3/1975an, sedemên têkçûna Artêşa Iraqê li hember Şoreşa Eylûlê, karesata Şoreşa Eylûlê, komployên navneteweyî, naveroka Peymana Cezayîrê ya di navbera hikûmetên Îran û Iraqê de, protokola nexşekirina sînorên bejahî û protokola têkildarî ewlehiyê li ser sînorên Iraq-Îranê, navên efserên ku beşdarî Şoreşa Eylûlê bûne û agahiyên têkildarî dem û pileya leşkerî.