

Ansîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê
Loading

Ev pirtûk ya yazdehemîn e ji rêze pirtûkên (60 sal li ser Şoreşa Eylûlê (1961-1975)). Û ji pêşgotinekê û beşekî serbixwe derbarê erdnîgarî, dîrok û pêkhateya eşîra Barzan û Şêx Mihemed Barzanî pêk tê.
Û herwiha ji şeş beşan, pêvekekê û wêneyan pêk tê. Beşa yekem a pirtûkê du mijaran dihewîne ku behsa tevgera neteweyî ya Kurd bi serokatiya Şêx Ebdulselam Barzanî û Şêx Ehmed Barzanî dikin. Beşa duyem çar mijaran dihewîne: Şerê Cîhanî yê Duyem di sedsala bîstan de û bandora wê li ser Kurdan, tevgera neteweyî ya Kurd bi serokatiya Mela Mistefa Barzanî, rêçika dîrokî ya rêberê tevgera rizgarîxwaza Kurd ji Mehabadê heta çemê Arasê, Mela Mistefa Barzanî li Yekîtiya Sovyetê. Beşa sêyem ji du mijaran pêk tê: Mela Mistefa Barzanî piştî vegera ji Yekîtiya Sovyetê bo Îraqê û destpêkirina Şoreşa Eylûlê (1961-1975). Beşa çarem şeş mijaran dihewîne: Jîngeya Îdrîs Barzanî, Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an, Şoreşa Eylûlê ya 1961ê, Îdrîs Barzanî di şerê Hendirên û Peymana 11ê Adarê ya 1970yî de, Îdrîs Barzanî wek balyozê aştiyê, Peymana Cezayîrê ya karesatbar di sala 1975an de û Îdrîs Barzanî, destpêkirina nakokiyên di nava Partiyekan de. Beşa pêncem ji pênc mijaran pêk tê ku rola Îdrîs Barzanî di berjewendiyên neteweyî û dilsozê malbata Kurdî de gotûbêj dikin û behsa gorên bi kom ên Barzaniyan, karesata Zêwe û rola Îdrîs Barzanî di Pêwendîdanî Partî de. Beşa şeşem ji heft mijaran pêk tê: Îdrîs Barzanî û avakirina Komîsyona nû ji bo birêvebirina karûbarên koçberan, Îdrîs Barzanî rêberê dilsoz ê Hêzên Pêşmerge û heval û hezkiriyê ciwanan, serdana Îdrîs Barzanî ya bo ba bavê xwe Mela Mistefa Barzanî. Îdrîs Barzanî di bîranînên heval û hogirên xwe de, vegerandina termên Mela Mistefa Barzanî û Îdrîs Barzanî bo welatê wan.