Pirtûka dengî
Siyaseta Iraqê ya gazê û helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1958-1975)
Ev pirtûk têzeke akademîk e li ser siyaseta Iraqê ya gazê û helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê di navbera salên (1958-1975) de, ku ji pêşgotin û derazînk û sê pişkan û paşbendekê pêk tê. Di derazînkê de, kurtiyeke dîrokî li ser destpêka vedîtina gazê li Iraqê û hatina kompaniyên gazê bo Iraqê hatiye behskirin. Pişka yekê ya vê pirtûkê, li ser siyaseta Iraqê ya gazê û helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê, di navbera salên (1958-1963) de ye û ji sê tewaran pêk tê, ku danûstandinên hikûmeta Iraqê di gel kompaniyên gazê û helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê, derxistina yasaya hejmar (80) ya sala 1961ê û têkçûna peywendiyên hikûmeta Iraqê û Partiya Dêmokrata Kurdistanê û lêdana gazxaneya Eynzale di Çiriya Pêşîn a 1962an de, hatiye şirovekirin. Pişka duyê, behsa siyaseta Iraqê ya gazê û helwesta Partiya Dêmokrata Kurdistanê, di navbera salên (1963-1970) de dike û ji sê tewaran pêk tê, ku danûstandinên hikûmeta Iraqê...


