Pirtûka dengî
Kêmîneyên Rojhilata Navîn civaka Kurd 1918-1974 (Bergê çarem)
Di bingeh de, ev proje (30) berg dihewîne, desteya ensîklopediya P.D.K tenê ew beş wergerandiye ku taybet bi civaka Kurd li Rojhilata Navîn e. Ev pirtûk ji çar bergan pêk tê di derbarê kêmîneyên Rojhilata Navîn taybet bi civaka Kurdî ya navbera salên (1918-1974), komek belgeyan dihewîne, babetên wê li gorî dem û bûyeran hatine rêkxistin ku ji aliyê B. Destanî ve hatiye amadekirin. Ev çar berg pişta xwe bi brûsk, nameyên hatine guhertin û raporên resen girêdidin. Bergê çarem 178 belge û bîranîn dihewîne di navbera salên (1967-1974), babetên wê ronahiyê dixin ser niyeta Encûmena Serkirdatiya Şoreşê di piştgiriya pêşniyarên Bezzaz de di hezîrana 1966an de ku bû sedema çareseriya pirsa Kurd di sala 1970yî de, çareseriyek ku yekser rûbirûyê astengiyan bû, ragihandina plana otonomiyê ji bo Kurd ji aliyê Meclîsa Qiyadeya Şoreşê ve di sala 1974an de û redkirina wê ji aliyê Partiya Dêmokrata Kurdistanê û hilgirsandina şer...

Niha
Beşa yekem
Deng tê barkirin...
Lez

