
Hemeyê Hacî Mehmûd
Mihemed Hacî Mehmûd Mihemed, nasnavê wî Hemeyê Hacî Mehmûd e, sala 1968an tevlî refên partiyê bûye, sala 1993an ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû (Kongreya Yanzdehêm) hatiye hilbijartin, lê demekê kurt di vî postî de maye û ji partiyê veqetiyaye.












