Xidir Îsa Dolemerî, sala 1927 li gundê Giskê ser bi nahiyeya Gorto li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, piştî nesko ya şoreşa yekem a Barzan ku Şêx Ehmedê Barzanî û hejmareke zêde ya malbatên barzaniyan penah dibin ber bakurê Kurdistanê, ew jî di 21ê hezîrana 1932an de ligel malbata xwe awareyê Komara Tirkiyeyê bûye, lê piştî ku di sala 1933an de desthilatdarên tirk Şêx Ehmedê Barzanî radestî hikûmeta Îraqê dikin, malbata wan jî wekî tevahiya wan malbatan ku ligel Şêx Ehmed awareyê bakurê Kurdistanê bûbûn, tên başûrê Kurdistanê.
Xidir Îsa li Yekîtiya Sovyetê xwendiye, sala 1954 bawernameya bakaloryos li zanîngeha Taşkentê beşa çandinî wergirtiye, piştî vegera xwe ji Yekîtiya Sovyetê, sala 1959 wekî fermanber li fermangeha çandiniyê ya Hewlêrê hatiye damezrandin, piştî ku bi sedema beşdarbûna xwe di Şoreşa Eylûlê karê xwe cî dihêle, sala 1970 vedigere ser karê xwe yê berê li Hewlêrê, her sê zimanên kurdî, erebî û rûsî zanibûye, di dîroka 7ê gulana 2005an de li yek ji nexweşxaneyên bajarê Tehranê koça dawî kiriye û li goristana gundê Giskê hatiye veşartin.
XebatnameDi 11ê çiriya pêşîn a 1945an de piştî nesko ya şoreşa duyem a Barzan ligel malbata xwe berê xwe dide rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di hêza Barzan ser bi artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê pêşmerge bûye, di 29ê nîsana 1946an de beşdarî şerê Qerawa yê li navçeya Seqizê kiriye, piştî nesko ya Komara Dêmokrata Kurdistanê di dîroka 19ê adara 1947an de beşdarî şerê Şino û Neqede kiriye.
Ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistanê ya bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizoûrî.
Piştî vegera wan, jenerel Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên xwe biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jenerel Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê geliyê Qetur û şerê pira Mako beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji rûyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wekî dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêran meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo dema çar demjimêran ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê kurdî bi wan hatine gotin.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên xwe, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezîne komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêr li ser gundên herewêziyên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li kîlgeha kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerel Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirinê di barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrivîskî kom bikin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jenerel Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarîkirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên xwe ber lêbûrdana giştî ketine.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1961 beşdarî Şoreşa Eylûlê kiriye, heman sal beşdarî şerê Şûş û Şermnayê kiriye, sala 1962 hatiye kirin serliq, di 14 li ser 15ê hezîrana 1963an beşdarî şerê serê Akrê û Pîrs û di 4ê tebaxê beşdarî şerê Barzan û Blê kiriye.
Sala 1974 çûye navçeya Akrê û di heman salê de beşdarî şerê çiyayê Hesen Beg kiriye, sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê, wekî penaber berê xwe daye Îranê û çûye komelgeha Zêwe û dûre li bajarê Kirmanê niştecih bûye, sala 1979 vegeriyaye komelgeha Zêwe û beşdarî Şoreşa Gulanê bûye, beşdarî şerên Lolên, deşta Berazgir, Akrê û Şêxanî kiriye.
Di dîroka 19ê tîrmeha 1988an de beşdarî şerê Xwakurk û di dîroka 13ê tebaxê de beşdarî şerê Xerdinê kiriye û di heman salê de di dema kîmyabaran kirina navçeya Badînan, navbirî vegeriyaye komelgeha Zêwe.
Sala 1991 beşdarî raperînê kiriye û di dastana Korê de beşdar bûye, sala 1996 hatiye kirin endamê lijneya civakî ya navçeya Dolemerî, di 6ê çiriya pêşîn a 1999an li Kongreya Duwazdehêm a Partiya Dêmokrata Kurdistanê ji ber xebat û berxwedana xwe di şoreşa duyem a Barzan, Komara Dêmokrata Kurdistanê, rêçika ber bi Yekîtiya Sovyetê, Şoreşa Eylûlê، Şoreşa Gulanê, raperîn ji aliyê serok Mesûd Barzanî medalyaya Barzanî yê nemir jê re hatiye bexşîn.
Çavkanî:- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
- Hamîd Gewherî, Medalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzgirtinê, bergê yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
- Hemîd Gerdî, Puxteyê dîroknameyê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha çap û belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
- Jînenîgariya şehîdê serkirde Xidir Îsa Dolemerî, Kovara Dengê Pêşmerge, organa Mekteba Rêkxistina Pêşmerge, hejmar 88, Pirmam, Çapxaneya Rewşenbîrî, tîrmeha 2005z.
- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyarîyên sîyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
- Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlê zêrîn ê Pêşmerge, (Pirmam - Çapxaneya Xebat - 1996z).
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa êkê, bergê duwê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa êkê, bergê sê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).
- Umer Farûqî, Serdarê dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001z).
- Karwan Mihemed Mecîd, Barzanî ji Mehabadê heta Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
- Kovara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, în, 15 nîsana 1959.
- Di bîranîna fermandarê şehîd Hesoyê Mîrxanê Jajokî, 62 roj ligel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
- Lîs Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958 li Îraqê, (Bexda - Darulreşîd lîn-neşr - 1979m).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd 1931-1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd 1961-1975, bergê sêyem, beşa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
- Miqdad Şaswar, Pêşmergeyê dêrîn Xidir Îsa bawerî ji hemû cureyên çekan bihêztir e, Kovara Dengê Pêşmerge, organa Mekteba Rêkxistina Pêşmerge, hejmar 34, Pirmam, Çapxaneya Rewşenbîrî, çiriya pêşîna 2000z.
- Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî heta peravên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pirmam - Yûbîlê zêrîn ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).





