
Osman Ehmed Heynî
Osman Ehmed Heynî, di sala 1991ê de peywendî bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê dike, di roja 13ê îlona sala 1998an de di şerê parastina serweriya yasayê de li gundê Nizarî ya li devera Deştehêrtê bi gulleyên çekdarên PKKê Şehîd bûye.
Di koleksiyonê de bigere, bi kategorî, ziman, û dîroka weşanê parzûn bike.
1.403 encam

Osman Ehmed Heynî, di sala 1991ê de peywendî bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê dike, di roja 13ê îlona sala 1998an de di şerê parastina serweriya yasayê de li gundê Nizarî ya li devera Deştehêrtê bi gulleyên çekdarên PKKê Şehîd bûye.

Cixsî Reşîd Hafiz naskirî bi (Cixsî Şêxzade), di sala 1981ê de peywendî bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê dike, di roja 3ê tebaxa 1997an de di encama teqîna mînekê de ku ji aliyê çekdarên PKKê ve hatibû danîn di şerê parastina serweriya yasayê de li çiyayê Robî û Riwil li devera Sîdekan Şehîd bûye.

Husên Mihemed Ebdulla Xale, sala 1979an peywendî bi hêza Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û li rêxistina Sîrwan a ser bi lijneya navçeya Xaneqînê ya liqa sêyem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge, di 6ê sibata 1982an de bi sedema bordûmana firokeyên hikûmeta Îraqê Şehîd bûne.

Çalakîya Pişt Mincelan kemînek bû ya Pêşmergeyan ji bo hêzên leşkerî yên Artêşa Iraqê, di şevekê de li dawiya payîza 1982an di çarçoveya xebata partîzanî ya Şoreşa Gulanê de, hêzeke Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê çûn ser rêya sereke ya Soran-Çoman (Rêya Hamilton) li pişt Mincelan kemînek danîn, otomobîlek leşkerî ku hejmareke zêde ya serbazan hildabû ket kemînê, hêza Pêşmerge rûbirûyê wan bûn û dan ber reşandina gulleyan, di encamê de otomobîla wan têk birin û bi hemû serbazan ve ji geliyê rê ketin xwarê...

Ev şer di navbera Hêzên Pêşmerge û hikûmeta Îraqê de li devera Badînanê qewimî, Hêzên Pêşmerge di şeva 11 li ser 12ê kanûna duyem a 1988an de li sînorê Liqa 1ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê, êrîşeke berfireh bir ser dezgeh û saziyên leşkerî û çekdarî yên hikûmeta Îraqê li Dêrelok û Şêladizê, di demek kurt de karîn dest deynin ser hemû rebaye û sengerên leşkerî û çekdarên kirêgirtî û baregehên partî û hikûmî û leşkerî û ziyaneke mezin a canî û madî bigihînin hêzên hikûmetê.

Hedo Ehmed Had (1918-2006), Pêşmerge û hevalê Barzanî bo Yekîtîya Sovyetê, beşdarî Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943-1945) bûye û yek ji pêşmergeyên artêşa Komara Dêmokrat a Kurdistanê li Mehabadê (1946) bûye, beşdarî Şoreşa Eylûlê (1961-1975) û Şoreşa Gulanê (1976-1991) û raperîna Başûrê Kurdistanê (1991) bûye.

Siyamend Ezîz Aris (1920-1966), Pêşmerge û hevalê Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, beşdarî Şoreşa Eylûlê (1961-1975) bûye û pileya fermandeyê batalyonê bûye.

Firiya Melo Çawşîn (1927-1997), Pêşmerge û hevalê Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, beşdarî Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943-1945) bûye û yek ji Pêşmergeyên artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê (1946) bûye, beşdarî Şoreşa Eylûlê (1961-1975) û Şoreşa Gulanê (1976-1991) û raperîna 1991ê bûye, pileya fermandarê batalyonê wergirtiye.

Silêman Mîrxan Ereb (1928 - 2007), pêşmerge û hevalê Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, yek ji pêşmergeyên artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê (1946) bûye, beşdarî Şoreşa Eylûlê (1961-1975) û Şoreşa Gulanê (1976-1991) kiriye.

Kerîm Xan Kak Ehmed, naskirî bi (Kerîm Xan Gundejorî), sala 1957an li gundê Gundejorî yê qezaya Çoman a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Di 2ê gulana 1972an de peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye, di 16ê tebaxa 2018an de madalyaya Barzaniyê nemir jê re hatiye bexşîn.

Ebdullah Qado Mihemed, di sala 1932an de li gundê Baniyê yê navçeya Zêbarê ya ser bi qezaya Akrê hatiye dinê. Ji kevn ve malbata wî têkiliya wan bi malbata şêxên Barzan û tekkeya Barzan re hebû û ev têkilî tevî gelek astengiyan jî berdewam bû, wekî çawa Mihemedê bapîrê wî di zivistana sala 1913an de li serê gundê Rasel'eynê nêzîkî Akrê ligel leşkerên şehîd Şêx Ebdulselam Barzanî di temenê 19 saliyê de şehîd bûye.

Taceddîn Hesen Taceddîn (1928-2004), bi navê Tacdîn Mela Hesen tê naskirin, pêşmerge û hevalê Mistefa Barzanî yê bo Yekîtiya Sovyetê bû, yek ji pêşmergeyên artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê (1946) bû, beşdarê Şoreşa Eylûlê (1961-1975) û Şoreşa Gulanê (1976-1991) bû.