
Salih Reşîd Salih
Şehîd Salih Reşîd, Pêşmergeyê Şoreşa Eylûlê bûye, pileya serpel û nivîserê liqa xwe wergirtiye, sala 1969an di rûbirûbûna êrîşa serbazî ya wê demê ya Îraqê bo ser sengerê Pêşmerge fîşekê berketiyê û Şehîd bûye.
Di koleksiyonê de bigere, bi kategorî, ziman, û dîroka weşanê parzûn bike.
1.403 encam

Şehîd Salih Reşîd, Pêşmergeyê Şoreşa Eylûlê bûye, pileya serpel û nivîserê liqa xwe wergirtiye, sala 1969an di rûbirûbûna êrîşa serbazî ya wê demê ya Îraqê bo ser sengerê Pêşmerge fîşekê berketiyê û Şehîd bûye.

Rêber Ehmed Xalid, di 1ê tîrmeha 1968an de li gundê Barzan ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, sala 1997an beşa endazyariya şaristanî li Zanîngeha Selahedîn temam kiriye, sala 2007an beşa asayişa nîştimanî li Zanîngeha Nîştimanî ya Îraqê temam kiriye.

Ferhad Simayîl Zahîr naskirî bi (Ferman Simayîl Gerdî), sala 1991ê peywendî bi rêkxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye, di roja 24ê kanûna yekem a sala 1995an, li gundê Qelêtan li devera Sîdekan di şerê bergirîkirin li serweriya yasayê bi destê çekdarên PKKê Şehîd bûye.

Wisu Hemêd Law, Pêşmergeyê Şoreşa Eylûlê bûye, di sala 1974an de di şerê Çiyayê Gorezê de Şehîd dibe.

Resûl Rustem Mihemed Pêşmergeyê Şoreşa Eylûlê bûye, di sala 1974an de di destana Kîwe Reş de şehîd bûye.

Şefîq Feriq Ehmed, sala 1954an li gundê Ergoş ji dayik bûye, sala 1974an peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê kiriye, sala 1976an peywendî bi rêkxistinên Partî kiriye, beşdarî xula heftem a kadroyan bûye. Sala 1985an şehîd bûye.

Reşîd Mewlûd Mistefa Ehmed, di sala 1961ê de bi rêya Mehmûd Kawanî çûye Çiyayê Sefîn û peywendî bi Hêza Sefîn a navçeya Şeqlawe ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye, di sala 1962an de şehîd bûye.

Şewket Nejat Umer di sala 1977an de li gundê Dêzo yê parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Sala 1995an bûye Pêşmerge. Sala 1997an şehîd bûye.

Şehîd Cebar Umer Mihemed, sala 1943an li gundê Stûnî ji dayik bûye. Sala 1965an peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê kiriye, sala 1997an şehîd bûye.

Kerem Hacî Kerem Mizûrî, sala 1947an li gundê Silûr a nahiyeya Şêrwan Mezin a qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, sala 1964an peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê kiriye, sala 1979an peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Gulanê kiriye, sala 1981ê şehîd bûye.

Hecer Ebdulkerîm, Pêşmerge û hevalê Barzanî ji bo Yekîtiya Sovyetê, li gundê Kelêtê yê ser bi qezaya Şemzînanê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye, di 23ê gulana 1947an de û piştî civîna berfireh a gundê Drê û biryara çûna bo Yekîtiya Sovyetê li gel hêzê diçe, di dema rêwîtiya ber bi Yekîtiya Sovyetê de li gundê Zêtê şehîd bûye.

Ev şer di dîroka 11ê çiriya pêşîn a 1976an de li navenda nahyeya Bengirdê ya bakurê rojavayê parêzgeha Silêmaniyê, di navbera Hêzên Pêşmerge yên Herêma Du ya Serkirdatiya Demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û polîsên nahyeyê de rû da û ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve ji bo demekê dest bi ser nahyeya Bengirdê de hat girtin.