Şehîd Cebar Umer Mihemed, sala 1943an li gundê Stûnî ser bi nahiyeya Şêrwan Mezin a qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Zewicî bûye, sala 1975an dûrxistine bo Başûrê Kurdistanê, sala 1978an vegeriyaye Başûrê Kurdistanê.
Sala 1965an peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê kiriye û di hêza Seîd de bûye Pêşmerge û beşdarî şerên Qesrê û Gerûyê Omeraxa bûye. Sala 1991ê piştî raperîna cemawerî ya Başûrê Kurdistanê peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye û di Artêşa Barzan de bûye Pêşmerge û pileya amîr fewc bûye. Sala 1997an di şerê Navkurka de birîndar bûye. Sala 1997an li mihwerê Mizûrî Bala ji aliyê çekdarên PKKê ve şehîd hatiye kirin. Li goristana komelgeha Şaxolana ya parêzgeha Hewlêrê hatiye spartin.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




