Şehîd Şefîq Feriq Ehmed, sala 1954an li gundê Ergoş ser bi nahiyeya Şêrwan Mezin a qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Heta qonaxa navendî xwendiye, zewicî bûye. Sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye.

Sala 1974an peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê kiriye û bûye Pêşmerge, beşdarî şerên wê bûye û sala 1974an diçe beşa topxaneya şoreşê li Xelîfan.
Sala 1976an peywendî bi rêkxistinên Partî dike û bi biryara 1119 di 5ê Adara 1981ê de di xula heftem a kadroyan de bi pileya baş derdikeve û dibe kadro, sala 1982an dibe endamê lijneya navçeya Mêrgesor a Partiya Dêmokrata Kurdistanê li Koleka ya qezaya Mêrgesor, piştre pileya kargêriya lijneya navçeya Akrê wergirtiye. Beşdarî çalakiyên partîzaniyên Şoreşa Gulanê bûye, wek şerê Akrê û Nehlê.
Sala 1985an di bordûmana kampên Zêweyê yên Rojhilatê Kurdistanê de ji aliyê firokeyên şer ên artêşa Îraqê ve, şehîd dibe.

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.