
Feqê Ehmed Pşderî
Ehmed Mihemed Ebûbekir, nasraw bi (Feqê Ehmed Pşderî), sala 1922an li gundê Delge li navçeya Pşder li nahiyeya Hêro ser bi qezaya Qeladizê parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, sala 1958an peywendî bi rêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê kiriye, sala 1961an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye, sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê (1961- 1975) awareyê welatê Îranê bûye, di 4ê çiriya pêşîn a 1979an de wek endamê Kongre beşdarî di Kongreya nehem a Partiya Demokrat a Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê kiriye.











