Teleet Elî Reza Umer di sala 1945an de li gundê Aşokan a ser bi devera Beranetiya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, piştî neskoya Şoreşa Eylûlê tevahiya malbata wî awareyî welatê Îranê bûne û heta sala 1991an derfeta vegera wan nebûye û li bajarê Nexede nîştecî bûye, Şehîd Teleet Elî xwediyê pênc birayên şehîd e bi navên Şehîd Ekrem Elî Reza di sala 1974an, Şehîd Eskender Elî Reza di sala 1983an, Şehîd Ferhad Elî Reza di sala 1983an, Şehîd Fettah Elî Reza di sala 1988an û Şehîd Rezaq Elî Reza di sala 1988an. Teleet Elî xêzandar bûye û xêzana wî navê wê Zulêxa Ewla Hemid bûye û xwediyê sê kur û du keçan bûye bi navên Îdrîs, Muxlîs, Muhemmed, Edîbe û Nesîbe.
XebatnameŞehîd Teleet Elî di sala 1964an de bûye Pêşmerge di pela Elî Reza ya bavê xwe de li Hacî Omeran, ev pel di sala 1961an de hatiye damezrandin û rasterast peywendiya wan li gel baregeha Barzanî hebûye û baregeha wan li devera Barzan û Hacî Omeran bûye.
Piştî neskoya Şoreşa Eylûlê û awarebûna wan li welatê Îranê, Şehîd Teleet Elî û malbata wî çekên xwe dananîne û berdewam bûne li ser xebata xwe ya çekdarî, piştî girêdana Kongreya Noyê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê di sala 1979an û damezrandina Liqa Duyê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hêza Elî Reza ku Şehîd Ferhad Elî serpelê wê bû, kirine mefreza partîzaniya Liqa Duyê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û Şehîd Teleet Elî tê de berdewamî bi xebata xwe daye.
Di dîroka 16ê gulana 1988an de Şehîd Teleet Elî û şeş hevsengerên xwe bi navên Şehîd Fettah Elî Reza, Şehîd Rezaq Elî Reza, Şehîd Muhemmed Ren û Şehîd Xelîl diçin ser rêya karwaneke serbazî ya rejîma Beis ku bo Enfalikirina çend gundan rûyê xwe kirine wê deverê, piştî yek saetê ji rûbirûbûna hêza Beis û rêgirtina li wan, di encamê de her heft Pêşmerge bê serûşûn bûne û ti soraẍa wan nîne.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





