
Şerê Geliyê Reşava 1987
Şerê Geliyê Reşava di 11ê kanûna duyem a 1987an de rû da, dema ku hêza pêşmerge li ser rêyên sereke yên di navbera Amêdî û Dêrelûkê de êrîş birin ser qafila otomobîlên serbazî yên Artêşa Iraqê û baregeha fewca Dêrelûkê û baregeha Beis û binkeya emnî ya şarokeyê, bi armanca kêmkirina guvaşa hêzên Iraqê li ser wê êrîşa ku di wê demê de kiribû ser Etruş û Qelaya Kanîka.







