
Ehmed Hewar Selîm
Ehmed Hewar Selîm (1920-1976), Pêşmerge û hevalê Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê bûye.
Di koleksiyonê de bigere, bi kategorî, ziman, û dîroka weşanê parzûn bike.
1.361 encam

Ehmed Hewar Selîm (1920-1976), Pêşmerge û hevalê Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê bûye.

Mîran Mîrxan Mesîh (1925- 1974) Pêşmerge û hevalê Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, beşdarî Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943- 1945) kiriye û yek ji pêşmergeyên artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê (1946) bûye, beşdarî Şoreşa Eylûlê (1961- 1975) kiriye. Sala 1974 koça dawî kiriye.

Seîd Ebdulkerîm Îbrahîm (1920-1998), Pêşmerge û hevalê Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, beşdarî Şoreşa Eylûlê (1961-1975) û Şoreşa Gulanê (1976-1991) bûye, pileya wî serpel bûye.

Weysî Elî Hedoy (1933-1992) Pêşmerge û hevalê Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, yek ji Pêşmergeyên artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê (1946) bûye, beşdarî Şoreşa Eylûlê (1961-1975) bûye. Sala 1992an koça dawî kiriye.

Wesman Şêxo Ehmed (1921- 1998) Pêşmerge û hevalê Barzanî ji bo Yekîtiya Sovyetê, beşdarî Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943- 1945) bûye û yek ji pêşmergeyên artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê (1946) bûye, beşdarî Şoreşa Eylûlê (1961- 1975) bûye. Sala 1998an koça dawî kiriye.

Ebdulrehman Teyib Muftî (1920-1993), Pêşmerge û hevalê Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, şêwirmendê jeneral Mistefa Barzanî bûye, di Kongreya Bakûyê de bûye endamê serkirdatiya siyasî li Kurdistana Îraqê.

Selîm Şêxomer Ehmed (1888-1954), Pêşmerge û hevalê Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, beşdarî Şoreşa Duyemîn a Barzan (1931-1932) û Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943-1945) kiriye, yek ji Pêşmergeyên artêşa Komara Dêmokrat a Kurdistanê li Mehabadê (1946) bûye.

Ehmed Hedoyê Ehmed (1910-1965), nasnavê wî Ehmed Hedoyê, Pêşmerge û hevalê Mistefa Barzanî yê bo Yekîtiya Sovyetê bûye.

Mihemed Hesen nasnavê wî (Mela Mihemed Hesen Vajo), Pêşmerge û hevalê Barzanî yê bo Yekîtiya Sovyetê, beşdarî Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943-1945) kiriye û yek ji Pêşmergeyên artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê (1946) bûye, beşdarî Şoreşa Eylûlê (1961-1975) kiriye.

Nejad Ehmed Ezîz Axa, di sala 1924an de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye, di sala 1956an de tevlî refên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, di dîroka 4ê hezîrana 1992an de bûye endamê Encûmena Nîştimanî ya Kurdistanê. Di dîroka 1ê çiriya paşîn a 1997an de bi sedema nexweşiya dil li bajarê Londonê koça dawî kiriye.

Murad Axa Şêxo (1910-1984) nasraw bi Murad Şêxo Doskî, Pêşmerge û hevalê Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, beşdarî Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943-1945) kiriye û yek bûye ji pêşmergeyên artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê (1946), beşdarî Şoreşa Eylûlê (1961-1975) kiriye.

Yûnis Mistefa Omer (1930- 1995) Pêşmerge û hevalê Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, beşdarî Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943- 1945) kiriye û yek ji pêşmergeyên artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê (1946) bûye, beşdarî Şoreşa Eylûlê (1961- 1975) kiriye. Sala 1995 koça dawî kiriye.