Nezhet Halî Mihemed Qadir
Siyasetmedar Nezhet Halî Mihemed Qadir, ku bi Nezhet Halî tê naskirin, di sala 1982an de bi refên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê ve hat girêdan, û di sala 1984an de tevlî Partiya Dêmokrata Kurdistanê bû, nûnerê kongreyên yazdehem (1993) û dozdehem (1999) bû, di sala 2010an de di Kongreya Sêzdahêm a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de wek endamê encûmena serkirdayetiyê hat hilbijartin, di sala 2004an de berpirsiyarê ofîsa rêxistinên taybet bû, di sala 2018an de bû rêveberê ajansa Parastinê ya ser bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê.