Melbenda Şarezûr yek ji melbendên din ên Pêşmerge bû bi beşdariya hêzên eniya CUDê, di navbera Seyîd Sadiq, Helebce, Zerayîn û Derbendîxanê de hat tomarkirin û sê rojan berdewam kir. Eniya CUDê di 28ê Mijdara 1980an de di navbera partiyên Kurdistanî de hat damezrandin wek Partiya Dêmokrata Kurdistanê û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, Partiya Komunîst a Îraqê, Partiya Gel a Dêmokrata Kurdistanê û Partiya Sosyalîst a Kurd (PASOK), û navê wê kurtkirina Eniya Niştimanî ya Dêmokratîk e, û armanca damezrandina wê yekîtiya partiyên Kurdistanî bû ji bo rûbirûbûna rejîma Be's di çarçoveya eniyeke yekgirtî de.
Destpêka bûyerên melbenda Şarezûr vedigere wan Hêzên Pêşmerge yên ku ji gundê Şêrmere ber bi Gîlek, Gerdî Qazî û Tepe Zêrîne ve çûn ji bo gerê û lêdana saziyên leşkerî yên rejîma Be's. Hêzên Pêşmerge rojekê li gundên Tepsirqûle, Kişîrî, Qacer, Gerdî Şerîf û Dûlaş ên li navçeya Şarezûrê man. Di heman rojê de, hêzeke mezin a artêşê û sîxuran (cahş) bi piştgiriya tank, topavêj û balafiran êrîşî Hêzên Pêşmerge li Tepsirqûle, Kişîrî û Çemê Zelm kirin. Hêzên Pêşmerge bi fermandariya Mihemed Hac Mehmûd, Nadir Horamî û Azad Qeredaxî yên ku berpirsiyarên eniya CUDê li navçeyê bûn, ji saet 10ê sibehê heta saet 4ê êvarê şer kirin. Di vê melbendê de bi dehan leşker û çekdarên hikûmeta Be's hatin kuştin û çar ji Hêzên Pêşmerge Şehîd bûn, ew jî: Mihemed Qute, Berzan Salih, Mihemed Serawî û Sîrwan Sedûn Kerkûkî, ligel welatiyekî bi navê Xerîb ku niştecihê gundê Tepsirqûle bû. Piştî bidawîbûna şer, hêzên hikûmetê vegeriyan kampa Seyîd Sadiq.
Çavkanî:
1- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd, bergi çwarem, 1975-1990 şorşî Gulan, beşî duwem, çapî yekem, çapxaneya Roksana, 2021.
2- Nûrî Heme Elî, Mêjûyî têkoşanî Pêşmergeyek le nêwan jiyan û mergda, çapxaneya Şehab, çapî duwem, Hewlêr – 2016.
3- Seyîd Kake, Bîruerî Pêşmergeyek, çapxaneya wezarety roşinbîrî, çapî yekem, 1997.
4- Cemal Fethûlle Teyb, Bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd le başûrî Kurdistan 1976-1980, çapî yekem, çapxaneya Şehab, Hewlêr-2012.


