Nezhet Halî di sala 1966an de li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye, di sala 2000î de beşa yasayê li fakulteya yasayê ya zanîngeha Selahedîn-Hewlêr qedandiye, di sala 2007an de bawernameya masterê ji zanîngeha berevaniya neteweyî li Bexdayê wergirtiye, bawernameya doktorayê ji zanîngeha Selahedîn li ser tezê xwe (Ewlekariya neteweyî di navbera kêşeyên navxweyî û derveyî) wergirtiye, zimanên (kurdî, farisî, îngilîzî û erebî) dizane.
Rûpelên têkoşînêKalê Nezhet Halî di sala 1932an de di Şoreşa Barzan a yekem de şehîd bû, bavê wî (Halî Dolmerî) piştî şikestina Şoreşa Eylûlê ya duyem di sala 1945an de bû koçberê rojhilatê Kurdistanê, di sala 1946an de di artêşa Komara Kurdistanê ya dêmokratîk de beşdar bû, û di sala 1947an de yek ji hevalbendên General Mistefa Barzanî bû di meşa dîrokî ya ber bi Yekîtiya Sovyetê de û di sala 1995an de şehîd bû.
Nezhet Halî piştî şikestina Eylûlê di sala 1975an de bi malbata xwe re koçberî Îranê bû, û di sala 1982an de tevlî refên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê bû û di sala 1984an de tevlî Partiya Dêmokrata Kurdistanê bû.
Nûnerê kongreyên yazdehem (1993) û dozdehem (1999) bû, di sala 2010an de di Kongreya Sêzdahêm a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de wek endamê encûmena serkirdayetiyê hat hilbijartin, di sala 2018an de bû rêveberê ajansa Parastinê ya ser bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê.
Di dema karê xwe de di refên Partiya Dêmokrata Kurdistanê de gelek erk û berpirsiyarî wergirtin, ji wan: endamê ofîsa rêxistinên taybet (1995), berpirsiyarê Parastinê ya parêzgeha Dihokê (2001), endamê karê komîsyona Şaxa yekem a Dihokê (2001), alîkarê mîkiya Parastinê ya giştî (2002-2003), berpirsiyarê ofîsa rêxistinên taybet (2004) û... hwd.
Çavkanî:Arşîva Heyeta Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


